Wekîlê Swîsreyî: Dagirkerî ne ya qebûlkirinê ye

Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke dagirkeriyê nirxand û bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

Parlamenterê Federal ê Partiya Karker a Swîsreyê (POP) Denîs de la Reûssîlle ji ANF'ê re axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke hewldaneke yekser a ji bo dagirkeriyê nirxand. Reûssîlle got, bêdengiya Swîsre û Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN SKANDAL E'

Reûssîlle destnîşan kir ku ew ji bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê dagirkeriyê gelekî aciz e û got, "Tiştekî skandal e ku dewleta Tirk ketiye nava axa welatekî din û êrîşî Kurdên ku li herêmê demokrasiyê diparêzin dike. Ti aliyekî mafdar ê vê yekê nîne."

Reûssîlle bi bîr xist, bi saya hêzên Kurd ên îro êrîş li wan tê kirin, herêm ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û mirov azad bûne. Reûssîlle bi dewamî got, "Ewropayê zû ji bîr kir ku Kurd hêza herî girîng e li dijî DAÎŞ'ê şer dike. Bêdengiya Swîsreyê û Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ne ya qebûlkirinê ye."

'DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Reûssîlle qanûnên navneteweyî bi bîr xist ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî û got, êrîşa dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Reûssîlle got, Tirkiyeyê beriya niha jî bi desteka xwe ya ji bo DAÎŞ'ê û komên din ên Îslamî yên tund, sûc kiriye û wiha dewam kir: "Mixabin Swîsre hê jî çekan difiroşe dewleta Tirk ku qanûnên navneteweyî binpê dike. Dewleta Tirk a ku desteka çekan digire, tevî komên cîhadperest êrîşî Kurdan dike."

TIŞTEKÎ KOMÎK E KU HÊZÊN KURD WEKE 'TERORÎST' BÊN NÎŞANDAN

Reûssîlle got, "Sîstema otonom a li Rojava ava bûye, hem ji bo min hem jî ji bo partiya min sîstema herî pêşketî û demokratîk a herêmê ye. Tiştekî komîk e ku hêzên li vê derê bi gotina hin kesan weke 'terorîst' werin binavkirin. Ev hêzên ku Tirkiye niha êrîşî wan dike, dema ku ji bo parastina mirovahiyê û nirxên demokratîk li dijî DAÎŞ'ê şer dikirin, me destek didan wan."

'DIVÊ JI BO ME WEZÎFEYEK BE KU DESTEKÊ BIDIN KURDAN'

Reûssîlle Tevgera Mandela ya Başûrê Afrîkayê û Tevgera Kurd anî ber hev û got, "Ji bo Mandela û tevgera wî jî digotin 'terorîst' e. Lê belê binerin; bi desteka hêzên navneteweyî Mandela xwe gihand ku derê. Mandela hêjayî xelata aştiyê hate dîtin. Heman rewş îro ji bo Kurdan jî derbas dibe. Ez jî dibêjim, ev hêzên ku hûn îro weke 'terorîst' bi nav dikin, xwedî rewş û sîstema herî demokratîk a Rojhilata Navîn in. Sîstema ku ava kirine ji bo paşeroja herêmê gelekî girîng e. Kurd îro li ser axa xwe dixwazin otonom bin, an jî ser bi xwe bin. Ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye. Mixabin qada navneteweyî destekê nadin vê daxwaza Kurdan. Ya rast, destekkirina van daxwazên Kurdan divê wezîfeya me be. Wekî din, Ewropa li pêşberî êrîşa li ser Kurdan bêdeng dimîne. Ev jî tê wateya erêkirina van êrîşan. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Li dijî êrîşên dewleta Tirk divê hewl bê dayin."