Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, sivîl û şervanên li Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şehîd bûn hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û ji aliyê NCDK û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin.
'BERXWEDANA SERDEMÊ BI SER DIKEVE'
Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û civaka Êzidî ya Efrînê axaftin hate kirin û hate gotin, duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê dewleta Tirk, tevî teknîka xwe jî nikare bi berxwedana serdemê ya li Efrînê.
Qisekeran gotin, "Dewleta Tirk dixwaze bi rêya qirkirinê Efrînê ji Kurdan xalî bike, lê wê ti carî nikaribe vê bike. Mirovên me dibêjin, 'em ê bimirin, lê dest ji cih û warên xwe bernedin'. Divê em jî li her cihê lê ne têkoşînê geş bikin."
Di dawiya civîna bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.