Anadolû Ajansi (AA) ku ajansa fermî ya dewleta Tirk e, li ser berxwedana gelê û tevgera azadiyê ya salên 2015-2016'an li rastiyekê mikur hat.
AA, ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê rewa bike li ser hesabê xwe yê twîtterê jenerîkek amade kir û tê de ev agahî da: "Salên 2015 û 2016'an di şerê bajaran ê PKK'ê de 772 leşker û polîsên me şehîd bûn."
Hikumeta AKP'ê wê wextê ku êrîşên qirkirinê dikir, hejmara kuştiyên xwe vedişart. Hikumetê hejmara şehîdên YPS'ê zêde dida û sivîlên ku dikuşt jî dinixumand. Ji bo hejmara kuştiyên xwe jî ev daxuyanî dabû; "113 wezîfedarên ewlekariyê şehîd bûn."
DEREWA WAN LI EFRÎNÊ JÎ DEWAM DIKE
Dewleta Tirk bi rêya nûçeya AA nîşan da ku bi xwe derewan dike. Ji vê yekê jî xuya dibe ku bîlançoya li ser berxwedana Efrînê diweşîne, dûrî ji rastiyê ye.