Temellî: Silav li Ocalan ku rêya me vekiriye
Li Kongreya Mezin a Asayî ya 3’yan a HDP’ê piştî namzeta hevseroktiyê Pervîn Bûldan, namzetê dî Sezaî Temellî axivî.
Li Kongreya Mezin a Asayî ya 3’yan a HDP’ê piştî namzeta hevseroktiyê Pervîn Bûldan, namzetê dî Sezaî Temellî axivî.
Sezaî Temellî ku tê payîn di Kongreya Awarte ya Mezin a 3’yan a HDP’ê de weke hevserok were hilbijartin, bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan dest bi axaftina xwe kir.
Sezaî Temellî li hêwana kongreyê got:
‘’Bi hezaran hevalên me yên ku niha diviya li cem me bûna, ne li nav me ne. Ji 10 hezaran zêdetir hevalên me di van çend salên dawî de hatin binçavkirin. Beşekî mezin ê van hevalên me niha girtî ne. Ne ku sûcekî wan hebû ji bo ku hezkirineke wan hebû girtî ne. Em ê dev ji vê hezkirina xwe neqerin. Ev kongre çespandina vê ye. Em silavê bidin ên ku ev hez çêkirin, rê ji me re vekirin. Silav li Imraiyê, li Rêzdar Ocalan. Silav li wan ên ku li pêş vê rêwîtiyê ne, qet jê neqeriyan, silav li Hevserok Fîgen û li hevserok Selahattîn ku li nav çavê zilmê dinerin.’’
Temellî bi berdewamî got di van salên dawî de du wêneyên girîng derketine pêş; yek ji van wêneyê salên 2013-20015’an bû û ya dî jî wêneyê şer û hejariyê bû ku bi Komkujiya Pirsûsê dest pê kir û got li pêş gelên Tirkiyê du vebijêrk hene; an wêneyê hêviyê yan jî yê faşîzmê.
Temellî got HDP wê wêneyê duyan biqetîne û bila kesek ji vê gumanê neke û domand, ‘’Bi rakirina destnedanan, bi asayîkirina Rewşa Awarte, bi tezkereyan, bi qeyûmkirina Kurdistanê çûne referandûmê. Di vê referandûmê de, bi hîleyên ser sendoqan, li gel ku dengê NA bi ser ketibû jî weke ku ERÊ derketibe nîşan dan. Ev guherîna destûrê rejîmeke wiha bû ku rê li ber rêya rejîma yekdest vekir. Mitebeqata millî dixwaze vê rejîmê bi faşîzmê sazûman bike. Ev mitebaqa millî bobeleteke milî ye. Bobelateke global e.’’
BANGA EFRÎNÊ LI EWROPAYÊ
Temellî bi domdarî wiha got: ‘Em bang li hemû dostên xwe yên Ewropî dikin, werin, ji bo ku em vê bobelata global hilweşînin milê xwe bidin milê me. Dema ku Ewropa tiştên ku li Tirkiyê dibin bike mijara bazarê ev ê bike ku sazûmaniya faşîzmê ya li Tirkiyê leztir ava bibe. Ewropa baştir dizane bê ka ev ê rê li ber çi veke. Ji bo vê jî em bang dikin ku îro bi bazarên biçûk ên bi berjewendiya sermiyana mezin re lê li Efrînê binêrin û li rex gelan bin.’’
Temellî bal kişand ser hewldana dagirkirina Efrînê û got, ‘’Îro weke ku henekê xwe bi aqilê mirov bikin navê ‘çeqla zeytûnê’ li hewldana dagirkirna Efrînê dikin, baxçeyên zeytûnan bombe dikin. Çi qas deverên sirûştî hebin, deverên çandî ji sektora înşeatê re vedikin. Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibin. Divê em li dijî vê hilweşandinê rawestin.’’
EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN
Namzetê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî herî dawî got: ‘Em hemû bi hev re, bi hişmendiya xwe ya demokrasiya radîkal em ê bi Kurd, Tirk, Elewî, Sinî, Roman, Xiristiyan, bi aqilê têkoşîna çînaatiyê civakê rêxistinî bikin û werin ser desthilatdariyê. Armanca me ya stratejîk ev e. Hemû rêxistinên me li taxan, li kargehan , li zeviyan wê biçin cem gel. Em li behrên reş fener in. Em rêwiyê hêviyên e. Kî vedigere em venagerin ji rêya xwe. Em wêrek in û biryardar in. Em ê wêrekiyê di her kesî bigerînin. Ji bîr nekin, em heq in û em ê teqez bi ser bikevin.’’