ANF News TV dest bi weşanê kir

Hûn dikarin êdî dîmenên di ANF'ê de tên weşandin li malpera www.anfnews.tv lê temaşe bikin.

Malpera nûçeyên bi dîmen a ANF'ê dest bi weşanê kir. Hûn dikarin êdî dîmenên di ajansa me de tên weşandin li malpera www.anfnews.tv lê temaşe bikin.

Dîmenên bi zimanên cuda li malpera me dikarin bên peydakirin. Her wiha dîmenên girîng ên ji ber êrîşên dewleta Tirk û zextên cuda tên jêbirin, wê li malpera me bên qeydkirin û pêşkêşî temaşevanan bên kirin. http://www.anfnews.tv dema pêwîstî pê dît wê bûyerên girîng bi rengekî zindî jî ragihîne.