YPG'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Dêra Zorê û Reqayê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: 

"Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina Dêra Zorê bênavber didome. Operasyonên hêzên QSD, YPG û YPJ li ser çeteyên DAIŞ'ê rojane tên lidarxistin û bi pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêra Zorê de çeteyên DAIŞ'ê jî her ku diçin li herêmê tengav dibin. Her wiha li Reqayê operasyonên paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan didome. Piştî rizgarkirina Reqayê gelek bermahiyên çeteyan ji aliyê şervanan ve hatine rakirin û herêm roj bi roj ji bo ewlehiya welatiyan tê amade kirin.

Li ser vê bingehê hevrêyekî me li Dêra Zorê di operasyona dijî çeteyan de hatibû lidarxistin û hevrêyekî me jî di operasyona paqijkirina Reqayê ji bermahiyên çeteyan de şehîd bûn.

Em weke YPG û YPJ şehîdên me yên Dêra Zorê û Reqayê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdên Dêra Zorê û Reqayê wiha ye:

KAWA TIL XEZAL

Nasnav: Kawa Til Xezal

Nav û Paşnav: Kawa Omer

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6'ê Sibata 2018

YASIR EFNIS

Nav û Paşnav: Yasir El Efnîs

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zorê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 28'ê Çileya 2018