Bûldan û Temellî bûn hevserokên nû yên HDP’ê
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi dengê 823 delegeyan bûn hevserokên HDP’ê yên nû.
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi dengê 823 delegeyan bûn hevserokên HDP’ê yên nû.
Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê ya 3’emîn piştî temambûna rojeva hilbijartinê, bi dawî bû. Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi dengê 823 delegeyan bûn hevserokên HDP’ê yên nû.
Ji nav hezar û 109 delegeyan, 837 delegeyan deng dan û ji nav van dengan 823 deng hatin qebûlkirin. Di encama dengdanê de Bûldan û Temellî bûn hevserokên giştî yên HDP’ê.
Piştî eşkerekirina encamê hevserokên nû axaftineke kurt kirin.
Sezaî Temellî: Me sozên gelekî girîng dan. Niha jî em ê li ser şopa sozên xwe bin.
Pervîn Bûldan: Bila rêya her kesî vekirî be. Em ê bi hev re têbikoşin.
Piştî axaftinên endamên Meclîsa Partiyê û parlementeran bi hev re wêne girtin.