Li 3 bajaran kongreyên NCDK'ê hatin lidarxistin
Li paytexta Norwêc Osloyê, komuna Evry a Fransayê û li bajarê Halle-Selle yê Elmanyayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

OSLO
Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê, bi beşdariya 200 kesî pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, rewşa siyasî hate nirxandin.
Piştre rapora li ser karê salekê hate xwendin û nirxandin û dawiyê jî rêveberiya nû hate hilbijartin.
EVRY
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a komuna Evry a Fransayê kongreya xwe pêk anî.
Kongre bi beşdariya 200 delegeYî li salona konferansê ya Şaredariya Grîgny bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn aşehîdan dest pê kir.
Li dû nirxandina rewşa siyasî û karê ku salekê hatin kirin, Cemîle Renklîçay û Azad Nîmet Dogan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina rêveberiya nû, kongre bi qîrîna dirûşman qediya.
HALLE-SALLE
Meclîsa Gel a Demokratîk a li bajarê Halle-Salle yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, kongre bi hilbijartina meclîsa ji 45 kesan qediya.