ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çalakgerên li Berlînê: Em ê hesabê tecrîd û komkujiyan bipirsin
Greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanya Berlînê di roja duyemîn de bi tevlîbûnên nû dewam kir. Ji bajarên Dresden û Halleyê Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. -
Greva birçîbûnê ya li Viyanayê qediya
Greva birçîbûnê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya. -
Li welatên Ewropa greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan berdewam dike
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê greva birçîbûnê tê kirin. Li Qibrisê greva birçîbûnê destpê kir û li Marsîlya û Bremenê jî greva birçîbûnê roja 2’an li paş xwe hişt. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re carek din hate redkirin
Serlêdana vê hefteyê jî ya ji bo hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hincetên keyfî hate redkirin. -
Greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan li Atînayê di roja 2. de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 2’an de didome. -
Kurdistaniyên li Ermenîstanê qirkirina Ermeniyan bi bîr anî
Li Ermenîstanê saziyên Kurd û akademisyen bi daxuyaniyeke çapemeniyê kesên ku beriya 103 salan di qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dayîn bibîranî. -
Peyama çalakgerên grêvê ji bo CPT’yê: Bêdengî desteka li Erdogan e
Grêva birçîbûnê ya bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku CPT rewşê ji cih lêbikole li Strasboûrgê dest pê kirî kete roja duyan. -
Temellî: Em ê karê xwe yê nîvco maye temam bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku AKP-MHP ketine nava panîkê û got, "Partiya me pêşî li Tirkiyeyê vedike. Em ê ji 7'ê Hezîranê hê bi xurtir cihê xwe li parlamentê bigirin." -
Li Zanîngeha Uludagê faşîstan êrîşî xwendekarê Kurd kirin
Nîjatperestên Tirk li Zanîngeha Uludagê êrîş birin ser xwendekarê Kurd ê bi navê M.C’ê, rêveberiya zanîngehê jî bûyerê bincil dike. -
Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê: Hilbijartinê taloq bikin!
Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê bi hinceta ku hilbijartina ew ê li Tirkiyeyê were kirin ‘wê ne li gorî krîterên Ewrûpayê be’ bang kir ku bila hilbijartina di 24’ê Hezîranê de were taloqkirin. -
Bûldan: Jin dikarin tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Tenê jin dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Em baweriya xwe bi vî tiştî tînin; jin dikarin tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin.” -
Çalakgerên li Strasbourgê: Em dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nakin
Parlamenter Nûrsel Aydogan û Faysal Sariyildiz, hunermend Amele û Garîp Nûrhak ên tevlî greva birçîbûnê ya li Strasbourgê bûne gotin, nabe ku CPT li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng bimîne. -
Bi hinceta Solîngenê dixwazin qedexeya hilbijartinê bin pê bikin!
Ligel ku beriya hilbijartina zordest ji bo mîtîng û hevdîtinên siyasetmedarên ji Tirkiyeyê destûr nayê dayîn, Çavûşoglû bi hinceta salvegera qetlîama Solîngenê tê Elmanyayê. -
Li Îranê ji hejarî çav û gurçik tên firotin!
Li Îranê ji ber bêkarî û hişkesaliyê, hejarî zêdetir û girantir dibe. Li kolanên Tehranê kesên hejar îlana firotina çav û gurçikên xwe didin. -
Mizgefta navdar a El Nûrî ya Mûsilê ji nû ve tê çêkirin
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Iraqê, ji bo ji nû ve avakirina mizgefta El Nûrî ku di dema şerê Mûsilê de xera bû, dest bi kar kirin. -
'Înkarkirina Qirkirinê bûye çandeke civakî'
Dîroknas Ayşe Hur diyar kir, civaka ku ketiye bi bandora neteweperestiya dewletê, Qirikrina Ermeniyan qebûl nake û got, "Înkar veguheriye çandeke siyasî û civakî." -
'Heta ku Rêberê me azad bibe em ê çalakiyan bikin'
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê dest pê kir di roja duyemîn de ye. Çalakgeran gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidomin." -
KCDK-E ji bo Kitay peyama sersaxiyê weşand
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E, ji bo siyasetmedarê Kurd Yavûz Kitay peyama sersaxiyê weşand ku roja Duşemê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Federasyona Civaka Azad a Mezoptamyayê ava bû
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê ya Eyaleta NRW (FED-MED) ava bû. Kongreya damezrandinê li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hat. -
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Nîsana 2018'an. -
Li Viyanayê greva birçîbûnê
Wek gelek bajarên Ewropayê li paytext Viyana ya Avûstûrya jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hat destpêkirin. -
Li peravên Lîbya 1,500 zêdetir penaber hatine rizgarkirin
Di van rojên dawî de li peravên Lîbya ji 1.500’an zêdetir penaber hatine rizgarkirin. Piraniya penaberan birin Îtalyayê. -
Siyasetmedarê Kurd Kitay li sirgunê jiyana xwe ji dest da
Serokê HDP’ê yê berê yê bajarê Çewligê Yavûz Kitay li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ku ev nêzî 9 meh bûn ku li sirgûnê dijiya, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Li Bremenê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Elmanya Bremenê ji bo azadiya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya parlamentoya xwecihî kon hate vedan.