'Înkarkirina Qirkirinê bûye çandeke civakî'
Dîroknas Ayşe Hur diyar kir, civaka ku ketiye bi bandora neteweperestiya dewletê, Qirikrina Ermeniyan qebûl nake û got, "Înkar veguheriye çandeke siyasî û civakî."
Dîroknas Ayşe Hur diyar kir, civaka ku ketiye bi bandora neteweperestiya dewletê, Qirikrina Ermeniyan qebûl nake û got, "Înkar veguheriye çandeke siyasî û civakî."
Ayşe Hur di salvegera 103'an a Qirikrina Ermeniyan de ji ANF'ê re axivî. Hur bi bîr xist, ku di mijara hesabdayina Qirkirina Ermeniyan de beriya niha bi çend salan hem bi zexta dîaspora Ermeniyan hem jî bi pêla demokrasiyê ya li nava welêt re li Tirkiyeyê hêvî afirî, lê dewlet ji ber karaktera xwe ji nû ve li polîtîkaya înkarkirinê vegeriya.
Ayşe Hur destnîşan kir ku ji dibistanê heta leşkergeh û taxan, civaka ku ketiye bi bandora neteweperestiya dewletê, mîna şerê li Efrînê, mîna înkarkirina komkujiya li Roboskiyê, qirkirina ku berî 103 salan hate kirin înkar dike û got, "Înkara li Tirkiyeyê bûye çandeke civakî û siyasî." Hur diyar kir, ji bilî tiştên ku dewletê bi wan daye jiberkirin, civak naxwaze tiştekî din bibihîze.
Hur da xuyakirin ku ew li pêşberî vê rewşê êdî matmayî namîne û wiha dewam kir: "Salên 2000'î rayedarên dewletê bi gotina 'Bi qasî Tirkan Ermeniyan jî êş kişandin' daxuyaniyên ku êşên hatine kişandin weke hev dikin, dabûn. Li pêşberî vê matmayî mabûm. Ji ber ku tevahiya dîroka Komarê li ser înkarkirina qirkirinê ava bûbû. Dema ku te qebûl kir ku hevrû bibe, wê çaxê divê malên ji Ermeniyan hatine standin radestî wan bên kirin, dema te qebûl kir ku ev ax cih û warê pêşiyên Ermeniyan e, tu neçar e welatîbûnê bide wan û li bajaran bîrdariyên wan çêbike. Dema te qirkirin qebûl kir û kevirê herî girîng ê dîroka fermî ya dewletê ji şûna xwe leqand û derxist, hingî ew dîrok wê hilweşe. Ji ber vê yekê li rewşa xwe ya berê vegeriyan. Di rewşeke wiha de ku şer diqewime û daxuyaniyên 'cîhan tev dijminê me ye, emperyalîst hewl didin me parçe bikin' tên dayin, kesek li ser tiştên 103 sal beriya niha li Ermeniyan hate kirin neaxive."
Ayşe Hur bi bîr xist ku di destpêka qirkirinê de rewşenbîr û kesayetên naskirî yên Ermeniyan hatin girtin û destnîşan kir ku ji bo Ermenî bêdeng bên hiştin, bê çare bên hiştin destpêkê rewşênbîrên wan hatin girtin.
Hur li ser armanca ji Qirkirina Ermeniyan jî got, "Armanca bingehîn desteserkirina mal û dewlemendiya Ermenî, Rûm û Yahûdiyan bû. Armanca duyemîn jî, wê wextê teoriya nîjadê zelal hebû. Li gorî bîr û baweriya wê çaxê, eger dewletek xwe bispêre nîjadekî zelal û bi vî rengî ava bibe, wê hê qewîn be. Piştre Hitler mirov di firinan de şewitand û bi vî rengî hewl da nîjadê zelal biafirîne. Mînaka destpêkê ya hewldana afirandina nîjadê zelal sala 1915''an ji aliyê Îttîhat û Terakkî ve hate kirin ku wê wextê Osmanî bi rê ve dibir. Ermenî û mirovên ne Misilman gav bi gav hatin avêtin û li şûna wan Tirk, komên Misilman ên bi navê Tirkmen hatin bicihkirin."
Hur destnîşan kir ku sedema rewşa heyî zîhniyeta tekperestiyê ye û got, dirûşma "Yek al, yek milet, yek welat, yek ziman, yek ol" ku ji aliyê rayedarên payebilind ên dewletê ve tê dubarekirin, şaş e.
Ayşe Hur bi bîr xist ku civak ji yek ziman, yek ol, yek etnîsîte, yek çandê pêk nayê û destnîşan kir ku zîhniyeta yek tîp li dijî rastiya jiyanê ye.
Hur da xuyakirin ku dawiya yektîpkirinê ya sirgûn e, ya mirin e ya jî qirkirin e û got, ji bo ev yek nebe divê çandên cuda werin qebûlkirin.