ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Grazê standa boykotê hate danîn
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan standan boykotê hate danîn. -
Li Swîsreyê 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ava bû
Gelek rêxistinên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev civiyan, 'Platforma hilbijartinê ya li dijî dîktator' ava kirin û ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê zend û bend ba dan. -
ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Nîsana 2018'an. -
Li Hollandayê karê ji bo hilbijartinê dest pê kir
Li Hollandayê xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi avakirina komîsyonan destpêkir. -
Greva birçîbûnê ya li Marsîlyayê bi dawî bû
Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kirî, bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Heyeta HDP’ê bi serokê MPKE'yê Mîchele Nîcolettî re civiya
Heyeta HDP’ê ku ji parlamenterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagizay pêk tê bi serokê MPKE Mîchele Nîcolettî re civiya. -
Li Licêya Amedê çawişekî pispor hate kuştin
Hate ragihandin ku di dema operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li navçeya Licê ya Amedê de şer derket û di şer de herî kêm leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. -
Li Berlînê greva birçîbûnê bi tûra otobusê bi dawî bû
Li Berlînê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo sê rojan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tûra otobusê bi dawî bû. -
Li Îtalyayê Kurd beşdarî meşa ‘rizgarbûna ji faşîzmê’ bûn
Li Îtalyayê ji bo 73’emîn salvegera rizgarbûna ji faşîzma Mûssolînî her sal meşa mezin a partîzan tê lidarxistin. Kurdistanî jî bi posterên Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê tevlî meşê bûn. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Daxwaza tehliyebûna rojnameger Alayûmat hate redkirin
Rojnameger Erdogan Alayûmat ê ku 9 meh in girtiye, rûniştina doza wî hate kirin. Di rûniştinê de daxwaza tehliyebûna Alayûmat nehate qebûlkirin. -
Ji bo namzetiya serokkomariyê navê Demîrtaş derket pêş
Di nava HDP’ê de namzetiya Selahattîn Demîrtaş ji bo serokkomartiyê derdikeve pêş. Tê payîn ku daxuyaniya fermî di nava 1-2 rojan de were dayîn. -
Li Strasboûrgê hevdîtin bi CPT û Konseya Ewrûpayê re hate kirin
Bi wesîleya greva birçîbûnê ya ku têkildarî şertên tecrîda li ser Ocalan CPT û Konseya Ewrûpayê bila agahdariyan bidin, bi nûnerên gelek saziyan hevdîtin hate kirin. -
Li gorî anketa şîrketek DYA dengê PDK û YNK'ê 40 ji sedî kêm dibe
Saziya lêkolînê ya bi navê CSIS ragihand ku di hilbijartina 12'ê Gulanê ya parlamenta Iraqê de dengê PDK û YNK'ê bi rêjeya 40 ji sedî kêm dibe. Li gorî lêkolînê lîsteya Neway Nû wê dengekî zêde bigire. -
Ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê didome
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê yên li bajarên Ewropayê didomin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûk û Diyalayê êrîş kirin
Li Kerkûk û Diyalayê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de fermandarekî baskê Heşdî Sûnî yê ser bi koma Heşdî Şabî mir, 5 kes jî birîndar bûn. -
Du endamên TÎKKO jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Alîbogazi ya Dersimê, 2 jinên endamên TÎKKO'yê di şer de jiyana xwe ji dest dan. -
Trump û Macron çarçoveyeke nû ji bo Rojhilata Navîn datînin!
Serokê DYA Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo li Rojhilata Navîn 'hegemonya' ava nebe, li hev kirin ku çarçoveyek nû destnîşanb ikin. Trump ji bo destwerdana leşkerî bang li welatên Ereb kir. -
Koordînasyona hilibijartinê ya Ewropayê hate avakirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn 22'ê Nîsanê li Kolnê li hev ciivyan û Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ava kirin. Koordînasyonê ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê zend û bend ba da. -
Elmanya çavê xwe ji rêxistinên 'nîjadperest ên Tirk' re digire?
Endamê Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê Cansû Ozdemîr rêxistinên çete yên nîjatpeerestên Tirk ku van demên dawî bi êrîşên ser Kurdan balê dikişînin ser xwe, bire rojeva meclîsê. -
Çalakgerên greva birçîbûnê ji bo mîtînga Kolnê bang kirin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Kolnê ku ji bo azadiya Ocalan pêk tê, kete roja dawî. Ji bo mîtînga girseyî banga tevlîbûnê hate kirin. -
Kartal: Em hîn bi xurtî xwedî li Rêber Apo derkevin
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal işaret bi zextên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Ji Japonyayê heta Kanadayê divê gelê me xwedî li Rêber Apo derkeve û çalakiyan li dar bixe." -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Kasselê ne
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin di hefteya 305'an de ye. Komeke nû ya ji bajarê Kassel ê Elmanyayê çalakî dewr girt. -
Cezayê darvekirinê yê li Îranê li Berlînê hate şermezarkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê, cezayê darvekirinê û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rejîma Îranê yên li dijî girtiyan bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. -
ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Nîsana 2018'an.