'Heta ku Rêberê me azad bibe em ê çalakiyan bikin'
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê dest pê kir di roja duyemîn de ye. Çalakgeran gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidomin."
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê dest pê kir di roja duyemîn de ye. Çalakgeran gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidomin."
Di çarçoveya kampanya "Azadî ji Ocalan re" ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 23-27'ê Nîsanê de li Strasbourgê û gelek bajarên Ewropayê çalakiyê greva birçîbûnê û rûniştinê têne kirin.
Kurdên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê dimînin, li bajarê Koln ê Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva ku wê sê rojan bidome di roja duyemîn de ye.
Kurdistaniyên tevlî grevê bûne destnîşan kirin ku Ocalan ji bo wan sedema jiyanê ye û heta ku azad bibe wê çalakiyan bikin.
IŞIK: EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE TÊBIKOŞIN
Fîlît Işik ji bajarê Dortmund ê Elmanyayê tevlî grevê bûye. Işik nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Em dixwazin Rêberê me di nava me de be. Yek tenê jî ji me bimîne em ê têbikoşin û bidin dû Rêber Apo. Ewropa û welatên din ên cîhanê çiqasî zextê bikin jî ne xema me ye. Em ê ji têkoşîna xwe venegerin. Ji ber ku Rêberê me ji bo me sedema man û nemanê ye. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin."
TEKÎN: DIVÊ HER KES LI BER ZEXT Û ZORDARIYÊ RABE
Ayten Tekîn ku ji bajarê Euskirchenê tevlî çalakiyê bûye bal kişand ser polîtîkaya tinekirinê ya dewleta Tirk û got, "Di şexsê Rêberê me de tecrîd û zexteke giran li gelê Kurd dikin. Em li dijî plana tinekirinê ya ku dewleta Tirk û dewletên Ewropayê li ser Kurdistanê ferz dikin li ber xwe didin. Banga min li Kurdan û hêzên demokratîk ew e ku li ber polîtîkayên AKP'ê rabin û çalakiyan bikin. AKP ne tenê li dijî Kurdan vê polîtîkayê dike, her wiha li dijî her kesên ku alîgirên nirxên mirovahiyê ne, tevdigere. Lewma divê her kesên li edaletê digerin têbikoşin."
ERTAŞ: LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERXWEDANEKE TOPYEKÛN DIVÊ
Ji çalakgeran Yaşar Ertaş li bajarê Kolnê dijî. Ertaş tevî emrê xwe yê dirêj jî tevlî greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan bûye. Yaşar Ertaş bi bîr xist ku tevî dîlgirtina 20 salan, ev demeke destûr nayê dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bike û got, "Em niha nizanin bê rewşa wî çawa ye. Tirs û fikarên xwe em bi greva birçîbûnê tînin ziman. Li dijî êrîşên topyekûn ên li ser destketiyên gelê Kurd divê em bersiveke topyekûn bidin. Lewma me dest bi greva birçîbûnê kirin."
DEMÎREL: HETA KU RÊBERÊ ME AZAD BIBE EM Ê ÇALAKIYAN BIKIN
Harûn Demîrel ê ji bajarê Wuppertalê tevlî çalakiyê bûye got, "Azadiya Rêberê me azadiya Kurdan e."
Demîrel bi dewamî got, "Zext li mafên gelekî ji 40 milyonî tê kirin, lê dewletên Ewropayê bêdeng in. Em vê yekê şermezar dikin. Rêbertî ji bo me nirxekî mirovahiyê, şeref û namûs e. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê çalakiyan bikin û têbikoşin."