Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re carek din hate redkirin

Serlêdana vê hefteyê jî ya ji bo hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hincetên keyfî hate redkirin.

Parêzerên Ocalan ji sala 2011’an û pêve 749 caran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirine.

 Serlêdana Parêzer Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztûrûn ên ji bo roja Çarşemê ku hevdîtînê bi Ocalan bikin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Di dîroka 27’ê Tîrmeh 2011’an û pêve daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re bi hincetên “Rewşa hewayê nexweşe”, “Keştî xirabiye”, “Keştî di nûkirinê de ye” û “Rewşa Awarte” hate astengkirin.