Temellî: Em ê karê xwe yê nîvco maye temam bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku AKP-MHP ketine nava panîkê û got, "Partiya me pêşî li Tirkiyeyê vedike. Em ê ji 7'ê Hezîranê hê bi xurtir cihê xwe li parlamentê bigirin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku AKP-MHP ketine nava panîkê û got, "Partiya me pêşî li Tirkiyeyê vedike. Em ê ji 7'ê Hezîranê hê bi xurtir cihê xwe li parlamentê bigirin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya heftane ya koma li meclîsê pêk anî. Bi wesîleya 1'ê Gulanê Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, nûnerên sendîkayên ser bi KESK'ê û gelek karker bi baretên xwe tevlî civînê bûn. Seroka Giştî ya BES'ê Serpîl Akpinar û endamên BES'ê ji ber ku meclîs li wan hatiye qedexekirin, nekarî tevlî civînê bibin. Di destpêka civînê de karkeran dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê", "Yaşasin 1 Mayis" qîriyan.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 1'ê Gulanê pîroz kir û rojeva heyî nirxand.
Temellî di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan mirovên di sala 1915'an de hatin kuştin bi bîr anî û got, "Heta ku em vê birînê nebînin ew ê ti carî nekewe."
'EM Ê JI VÊ DESTHILATDARIYÊ RIZGAR BIBIN'
Temellî anî ziman ku polîtîkayên şer Tirkiyeyê têk dibin û got, "Ji bo pêşî li vê yekê bigirin em ê 1'ê Gulanê li hev bicivin. Em ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi hev re ji vê desthilatdariyê rizgar bibin."
'WÊ NIKARIBIN LI KURDISTANÊ BIGERIN'
Temellî bal kişand ser nîjadperestiya Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman ku li hemberî gotina "Bajarê Kurdan" sor bû û got, "Qareqara Serokê Meclîsê ye, dibêje 'Ez ê nehêlim kes bibêje bajarê Kurdan'. Malneketî; parlamenterên te yên Kurd hene."
Temellî diyar kir ku heta dijminatiya li Kurdan bidome, heta ku hebûna bajarê Kurdan ji nedîtî ve bên, heta ku ji peyva Kurdistanê bitirsin wê nikaribin li Kurdistanê bigerin.
Sezaî Temellî da xuyakirin ku aboriya Tirk ketiye nava krîzê û ji ber vê krîzê jî biryara hilbijartinê hatiye dayin. Temellî got, "Tirkiyeyê dixin nava çiraveke ji deynan. Ya ku digirin jî li alîgirên xwe belav dikin. Ji ber vê yekê aborî wê hê nebaş bibe. Lewma dibêjin, 'Em ê Rewşa Awarte her dirêj bikin'. Em jî dibêjin, xeman nexwe; em ê 24'ê Hezîranê te ji holê rakin."
'KETINE NAVA PANÎKÊ'
Temellî biryara hilbijartinê bi gotina 'hilbijartina panîkê' pênase kir û got, "Planên we yên têkbirinê, rewşên we yên awarte, zilma we wê 24'ê Hezîranê biqedin. Em, hêzên dijberên şer, kedkar, hêzên demokrasiyê, yên li qada Newrozê, li qada 1'ê Gulanê li hev dicivin, di 24'ê Hezîranê de em ê dawî li we bînin. Li Tirkiyeyê îro krîza rêveberiyê heye."
'EM Ê KARÊ XWE YÊ NÎVCO MAYE DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE TEMAM BIKIN'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di dewama axaftina xwe de got, "Divê em bi xemsarî nêzî ewlekariya hilbijartinê nebin. Divê em meclîsên ewlekariya hilbijartinê yên herêmî ava bikin. Ev hilbijartin ji bo têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê girîng e. Divê em tevî gelên xwe, meclîsên ewlekariya hilbijartinê li taxan ava bikin. Bila meclîsên taxan xwedî li sindoqan derkevin. Em bi hev re xwedî li dengê xwe derkevin. Ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo paşeroja xwe. Ji ber ku wan ne tenê çav berdane dengê me, her wiha dixwazin dest deynin ser îradeya me. Em ê heftê heft rojan, 24 saetan bixebitin. Em ê karê xwe yê ku 7'ê Hezîranê nîvco maye, di 24'ê Hezîranê de temam bikin. Em ê bi namzetê xwe tevlî bibin û bibin dengê hêzên ked û demokrasiyê. Em ê bi namzetê Tirkiyeyê tevlî bibin. Ji ber ku em partiya Tirkiyeyê ne, em ê bi namzetê Tirkiyeyê tevlî bibin. Em dengê rastiyê ne. Em ê bi namzeteke/î xurt tevlî bibin. Ji ber ku bernameya me xurt e. Me ev bername tevî gelên xwe bi dîroka xwe ya têkoşînê nivîsand. Partiya me pêşî li Tirkiyeyê vedike. Ji bo vê bernameyê bi cih bînin em ê bi hev re bixebitin. Ji 7'ê Hezîranê hê bi xurtir em ê cihê xwe li parlamentê bigirin."