Kurdistaniyên li Ermenîstanê qirkirina Ermeniyan bi bîr anî

Li Ermenîstanê saziyên Kurd û akademisyen bi daxuyaniyeke çapemeniyê kesên ku beriya 103 salan di qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dayîn bibîranî.

Daxuyaniya çapemeniyê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê hate dayîn. Di 103’emîn salvegera qirkirina Ermeniyan de Serokê Yekîtiya Kurdistan û wekîlê Kurd yê endamê Parlamentoya Ermenîstanê Kinyas Hemît axivî û komkujî bi tûndî şermezar kir.

Hemît komkıjiya Ermeniyan û di wê demê de komkujiyên ku bi ser gelê Kurd û gelê Asûriyan de jî hatî kirin şermezar kir.

Hemît diyar kir ku di roja îro de komkujiyên li ser gelê Kurd didomin û wiha got; “Duh li Şengal û îro jî li Efrînê komkujiyên bi ser Kurdan didomin. Ji ber vê sedemê jî bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî komkujiyên AKP’ê yên li Kurdistanê dike, şermezar dikin.”

Seroka Komiteya Kurdistan Jînîka Qadîr jî komkujiyên li dijî gelên Ermenî, Êzidî û Suryan şermezar kir û got îro Kurd tên qetilkirin. Qadir nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got kilîla çareseriyê ya rojhilata navîn Abdullah Ocalan e.

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Sîlû Dîrbûyan, Şêx Tahir û Mîlû Kalaşyan jî qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar kirin. Axaftvanan bang li dewleta Tirk kir ku dev ji polîtîkayên zextê û êrîşker berde.