Li Îranê ji hejarî çav û gurçik tên firotin!
Li Îranê ji ber bêkarî û hişkesaliyê, hejarî zêdetir û girantir dibe. Li kolanên Tehranê kesên hejar îlana firotina çav û gurçikên xwe didin.
Li Îranê ji ber bêkarî û hişkesaliyê, hejarî zêdetir û girantir dibe. Li kolanên Tehranê kesên hejar îlana firotina çav û gurçikên xwe didin.
Li ser kolanên Tehranê hin îlan hatibûn daliqandin. Kesên îlan dane hê di 20 saliya xwe de ne. Mûhamed Reza, Cevad, Mûhammed û Alî ji bo kar hatine Tehranê.
Mûhammed Reza çend sal berê ji Kohgilûye û ji Eyaleta Bûyer Ahmed ji bo kar hatiye Tehranê.
Li gorî ajansa nûçeya Îsnayê dayîka yek ji van ciwanan divê ji dilê xwe ameliyat bibe. Mûhammed Reza jî qebûl kiriye ku ji bo diya hevalê xwe û ji bo ku karibe pereyan ji malbata xwe re bişîne, îlanê bide. Berê tebleya wî hebû, niha jî bêkar e. Piştî ku îlan daye, diyar dike ku mirovan telefonî wî kirine û bi wî re empatî kirine.
Cevad jî dixwaze çavê xwe bifiroşe. Cevad diyar dike ku birayekî wî tiryakê dikişîne û aboriya malbata wan ne zêde baş e. Cevad diyar dike ku ew ê ji bo wî ne zehmet be ku ew bi çavekî be.
Li Îranê ji mêj ve ye firotina gurçik û kezebê li ser kolanên Tehranê û li ser dîwarên nexweşxaneyan balê dikişîne. Her roj îlanên bi vî rengî tên dayîn. Li ser îlanan cureya xwînê û nimreya telefonê heye. Li paş hemû îlanan jî çîrokeke giran; bêkarî û deyn…
Di sala 2017’an de firotina gurçikan bi 4 hezar eûro bû. Ev jî asta jiyana li welat diyar dike. Di heman demê de Îran tekane welat e ku firotina gurçikan ne qedexe ye û di zagonan de cihê wê heye.