Çalakgerên li Berlînê: Em ê hesabê tecrîd û komkujiyan bipirsin
Greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanya Berlînê di roja duyemîn de bi tevlîbûnên nû dewam kir. Ji bajarên Dresden û Halleyê Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanya Berlînê di roja duyemîn de bi tevlîbûnên nû dewam kir. Ji bajarên Dresden û Halleyê Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, li ber Dêra Hilweşiyayî ya li Ku'Dammê pêk tê.
Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û bal hate kişandin ser komkujiyên ku delweta Tirk li Kurdistanê bi taybetî li Efrînê dike.
Bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Nabe ku Ocalan weke şexsekî bi tenê bê dîtin. Ocalan hêvî û felsefeya azadiyê ya gelê Kurd ê ji 40 milyonî û hemû gelên bindest ên li Rojhilata navîn e. Nabe ku weke girtiyekî ji rêzê Ocalan nêzî Ocalan bibin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Gel wê hesabê vê yekê bipirse. Hesabê tecrîda li derveyî mirovahiyê û komkujiyên hatine kirin wê bê pirsîn."
Di çarçoveya çalakiyê de wê li Berlînê wê roja Çarşemê tûreke berfireh a otobusê bê kirin.
Piştî ku êvarê saet 18:00 otobus gihîşte qada çalakiyê ya li ber Dêra Hilweşiyayî, wê çalakî biqede.