Mizgefta navdar a El Nûrî ya Mûsilê ji nû ve tê çêkirin

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Iraqê, ji bo ji nû ve avakirina mizgefta El Nûrî ku di dema şerê Mûsilê de xera bû, dest bi kar kirin.

Wezîrê Çandê yê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Nûra El Kabî tevlî merasîmeke li Muzeya Neteweyî ya li Bexdayê bû û diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina mizgeftê wê welatê wî alîkariya ji 50.4 milyon dolarî bike.

El Kabî got, "Proje wê pênc salan bidome. Bi vê projeyê re wê ne tenê mizgeft, minare û binesaziya wê bên çêkirin, her wiha wê hêviyê bide ciwanên Iraqî. Şaristaniya ji hezaran salî divê bê parastin."

El Kabî û hempîşeyê wî yê Iraqî Feryad Rewandûzî mohra xwe danîn binê peymana ji bo çêkirina mizgeftê. Berpirsyara UNESCO ya Bexdayê Louise Hakshausen jî tevlî merasîmê bû.

Mizgefta El Nûrî û minareya wê ku sedsala 12'an hate çêkirin, Hezîrana 2017'an hatibû hilweşandin. Artêşa Iraqê dabû xuyairin ku çeteyên DAÎŞ'ê teqemenî xistibûn mizgeftê. Şefê çeteyên DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Baxdadî xelîfetiya xwe yekemcar li vir ragihandibû. Tekane dîmenê wî yê ku hatiye weşandin jî li vir hatibû kişandin. Hêzên Iraqî piştî şerê neh mehan di Tîrmeha 2017'an de Mûsil ji destê çeteyên DAÎŞ'ê derxistibûn.

Wezîrê Çandê yê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî bang li civaka navneteweyî kir ku mîrateyên gerdûnî yên li herêma Ereb ên veguheriye qada şer û terorê, biparêze.

Balkêş e ku projeya avakirina mizgeftê beriya hilbijartina giştî ya meha Gulanê hate eşkerekirin.

Mizgefta El Nûrî navê xwe ji Nûreddîn el Zinkî digire. El Zinkî wextekê hikumdarê Mûsilê bû û bi Sûriyeyê re kiribû yek. Ji bo avakirina mizgeftê, sala 1172'an ferman da. Mizgeft piştre xera bû û sala 1942'an ji û ve hate çêkirin.

Berpirsyara UNESCO'yê jî ji bo projeyê got, "Ji bo ji nû ve avabûna Mûsil û Iraqê projeyeke xwedî îdîa ye." Louise Hakshausen got, "Kar ji niha ve dest pê kir. Ji bo mîrateyên din winda nebin, sîte wê ji niha û pê ve parastî be."