Li Zanîngeha Uludagê faşîstan êrîşî xwendekarê Kurd kirin

Nîjatperestên Tirk li Zanîngeha Uludagê êrîş birin ser xwendekarê Kurd ê bi navê M.C’ê, rêveberiya zanîngehê jî bûyerê bincil dike.

Xwendekarê Zanîngeha Uludagê yê Kurd M.C’ê rastî êrîşa nijadperet hat.

Nîjatperestên Tirk li Zanîngehê êrîş birin ser xwendekarê Kurd ê bi navê M.C’ê.Di êrîşê de çenge M.C’ê şikest li gel vê jî Dekanê BESYO Prof. Dr. Cenk Aydin dixwaze ser bûyerê bigire.

Li Fakulteya Zanistiyên Sporê yê Zanîngeha Uludagê ya Bûrsayê (BESYO) xwendekarê pola 4’an M.C duh saet di 20.30'an de li mala xwe ya Gorukle rastî êrîşa komek nijadperest hat. Di êrîşê de M.C. yê Kurd çenga wî şikest û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Uludagê. Hevalê M.C’ê ku ji ber ewlehiya wî tune nexwest navê xwe bide diyar kir ku M.C. rastî êrîşa 15 kesan hatiye û M.C. ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye. Şahid, da zanîn ku tevî ku kesên derdorê dîtin M.C rastî êrîşa 15 kesan hatiye jî mudaxale nekirine. Şahid, anî ziman ku êrîşên li zanîngeha Uludagê êdî ketiye halê rûtîn. Hat diyar kirin ku Dekanê BESYO Prof. Dr. Cenk Aydin jî tevî vê rastiyê bêdeng maye û dixwaze ser bûyerê veşêre. Di 16'ê Adarê de 2 xwendekarên Kurd dîsa rastî êrîşa komek nijadperest hatibû.

Li gorî gotina xwendekaran di sala 2018'an de 8 êriş li dijî xwendekaren Kurd pêk hatin.