ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Kolnê Cegerxwîn hat bibîranîn
Li bajarê Elmanya Kolnê helbestvanê nemir Cegerxwîn hate bibîranîn. Şeva bibîranînê ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ve hate organîzekirin. -
Li Swêdê Netewên Yekbûyî hat protestokirin
Li Swêdê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (KENY) ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protesto kirin. -
Dozgeriya Elman: Banga boykotkirina malên Tirk yasayî ye
Destlênedana parlamenter AFD’yî Gottschalk, ku dema êrîşa ser Efrînê bang kiribû û gotibû, ‘’Pereyên Tirkên li Elmanya diçine ji Erdogan re,divê em kargehên Tirkan boykot bikn’, ranabe. Dozgeryê got banga boykotê ya ji bo sedemên siyasî li gorî yasayan e. -
Li dijî yasaya ‘dewleta polîs’ protestoya mezin!
Li dijî yasaya ku tê xwestin li Eyaleta Bayernê ya Elmanya were derxistin û destûrê dide ku bêyî biryara dadgehê polîsa mudahele bike li Nurnbergê protestoyeke mezin hate kirin. -
Elmanya wê destûrê nede mîtînga hilbijartinê!
Elmanyayê diyar kir çawa ku par rejîma Erdogan nekarî mîtîngan bike wê ev rewş ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bidome. Li gorî qanûnê partiyên siyasî yên biyanî nikarin mîtîngan bikin. -
Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê: Firotina çekan dive raweste
Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Burkhalter got divê Swîsre firotina çekan a ji bo herêmên şer rawestîne. -
ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Nîsana 2018'an. -
Polîsan avête ser Buroya Hiqûqê ya Gel
Polîsan li Çaglayana Stenbolê avête ser Buroya Hiqûqê ya Gelan, kesek destgîr kirin. -
Doza Nisêbînê: Ewlehiya canê girtiyan nîne!
Di rûniştina Doza Nisêbînê de girtiyek hat berdan, biryara dewama girtina girtiyên din hate dayîn. Doz taloqî 9’ê Tîrmehê hate kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên kû îro derketine li pêş... -
Meclîsê biryara hilbijartina bi darê zorê erê kir
Pêşnûmeya di derbarê hilbijartina di 24’ê Hezîranê de were kirin, di civîna Meclîsa Giştî de hate pejirandin. -
NÛ BÛ-Li Xîzanê cerdevanan du bira qetil kirin
Cerdvanan gule li welatiyên ji gundê Aladana yê girêdayî Xîzanê ji bo biçin giya kom bikin, reşandin. Di encama gule reşandinê du ciwan hatin qetilkirin. -
HDP’ê li Colemêrg, Mêrdîn û Kocaeliyê starta hilbijartinê da
HDP’ê li Colemêrg, Mêrdîn û Kocaeliyê dest bi xebatên hilbijartinan kir. -
Sibê Kurdistanî li Elmanyayê dadikevin qadan
Li Elmanyayê sibê dagirkeriya li Efrînê û êrîşên bi ser Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin. NAV-DEM’ê cih û dema çalakiyan eşkere kir û banga bi ruhê netewî tevlîbûna li çalakiyan kir. -
Ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê li Maînzê şev tê lidarxistin
Şeva ji bo piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku her sal tê lidarxistin, wê 22'ê Nîsanê li bajarê Maînz ê Elmanyayê pêk were. Rojnameyê hemû xwendevan û dostên xwe vexwend şevê. -
Bi biryara hilbijartinê re operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn
Piştî ku AKP/MHP’ê bi rengekî ku bi ser de bigirin biryara hilbijartinê dan operasyonên qirkirina siyasî bi carekê re zêdetir bûn. -
Golên li eyaleta Farsê ya Îranê ziwa bûn
Li eyaleta Farsê ya Îranê, ji ber ku îsal baran zêde nebariya û hikumetê tevdîrên pêwîst negirt, gol ziwa bûn veguherîn qadeke ji xwê. -
Stêrk TV û Medya Haber wê ji bo Efrînê weşana zindî bikin
Stêrk TV û Medya Haber TV, ji bo destekê bidin kampanya Heyva Sor a Kurdistanê ya bi navê "Kampanya Mezin a Alîkariya Neteweyî ya ji bo Efrînê", 21'ê Nîsanê roja Şemiyê (sibe) wê weşaneke hevpar bikin. -
DYA: Hilbijartina azad di Rewşa Awarte de nabe
Wezareta Karên Derve ya DYA destnîşan kir ku hilbijartina di nava Rewşa Awarte de were kirin zehmet e ku bibe hilbijartineke wekhev, zelal û azad. -
Gelo Elmanya wê mîtîngên Erdogan qedexe bike?
Gelek siyasetmedarên Kurd ji niha ve xwestin ku mîtîngên Erdogan bixwaze li Elmanyayê bike werin qedexekirin. Balkêş e ku Serokkomar Steinmeier Erdogan vexwend Elmanyayê. -
Ji bo Ocalan wê li Ewropayê grevên birçîbûnê dest pê bikin
Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê grevên birçîbûnê dest pê dikin. -
ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Nîsana 2018'an. -
'Bêhnvedan li derya xwînê nabe, tûrîzma Tirk boykot bike'
Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê stant danîn û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan bang kirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Bûldan: Divê heta 24’ê Hezîranê em nerawestin!
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Yên dixwazin ji rejîma AKP’ê rizgar bibin, divê heta 24’ê Hezîranê nerawestin, bê westan bixebitin.”