Siyasetmedarê Kurd Kitay li sirgunê jiyana xwe ji dest da

Serokê HDP’ê yê berê yê bajarê Çewligê Yavûz Kitay li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ku ev nêzî 9 meh bûn ku li sirgûnê dijiya, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Kitay di tevahî jiyana xwe ya siyasî de li nava DEHAP, HADEP, DTP, BDP û HDP’ê de ji erkê serokatiyê bigire heta gelek erkên cuda cuda girtiye ser milê xwe, her wiha tevî bi dehan car hatiye destgirîkirin jî, hatiye girtin û êşkencekirin.

Kitay ê herî dawî di Adara 2017’an de erka serokatiya HDP’ê ya bajarê Çewligê pêk tanî, piştî hate berdan û şûnde bi neçarî koçî derveyî welat kir.

Kitay ê ku bi qasî 9 meh li sirgûnê dijiya, piştî karûbarên cenaze wê ber bi warê wî Çewligê ji bo definkirinê bê rêkirin.