Li Bremenê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Bremenê ji bo azadiya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya parlamentoya xwecihî kon hate vedan.

Li Bremenê li pêşiya parlamentoya xwecihî ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan. Greva birçîbûnê ya ku Kurdistaniyên li  Bremen û bajarên derdor tevlî bûyî wê roja Çarşemê bi mîtîngekê bi dawî be.

Li qadê posterêke mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û bi pankartan hevkariya Tirkiye û Elmanyayê hate protestokirin.

Di çalakiyê de belavokên têkildarî agahdarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û duh jî gelek kesan serdana çalakiyê kirin, peyamên piştgiriyê dan. Greva birçîbûnê wê tevayî rojê bidome û kesên di greva birçîbûnê de wê şeva xwe dibin konê hatî vedan de derbas bikin.