Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê: Hilbijartinê taloq bikin!

Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê bi hinceta ku hilbijartina ew ê li Tirkiyeyê were kirin ‘wê ne li gorî krîterên Ewrûpayê be’ bang kir ku bila hilbijartina di 24’ê Hezîranê de were taloqkirin.

Li ser navê Komîsyona Venêrînê ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê vê sibehê li Strasboûrgê biryarek hate stendin. Di biryarê de hate diyarkirin ‘Ji ber ku zagona hilbijartinê beriya biryara hilbijartinê bi mehekê hatiye guherandin, Rewşa Awarte didome û di warê ewlehiya hilbijartinê de guman hene’ ew ê hilbijartin di rewşeke demokratîk de pêk neyê.

Di biryarê de hate diyarkirin ku, di nava demeke kurt de ew ê partiyên siyasî nikaribin xwe ji hilbijartinê re amade bikin. Hate bibîrxistin ku li gorî rêgezên Komîsyona Venedîkê nabe ku zagonên hilbijartinê beriya hilbijartinê ji sê mehan zûtir were guherandin. Hate ragihandin ku benda hilbijartinê ji sedî 10 e û ev ne li gorî feraseta siyasî ya rengîn e.

Komîsyona Venêrînê diyar kir ku, di pergala nû ya hilbijartinê de polîs dikarin biçin buroyên hilbijartinê û ev tişt ‘wan dixe nav fikaran.’ Hate diyarkirin ku pêşniyazên berê yên ku wan û Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê kiribûn jî nehatine bicihanîn.

Komîsyona Venerînê diyar dike ku di van şertande ew ê ‘hilbijartinên demokratîk pêk neyê.’

A niha tu pêkanîneke vê biryarê tune. Lê ji ber ku ev biryar li her dera Ewrûpayê dibe referans, saziyên Ewrûpayê jî piştgiriya vê biryarê dikin. Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê di sala 2016’an de Tirkiye xistibû rewşa venêrînê.

Nehate zanîn ku Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrûpayê piştî vê biryarê gelo ew ê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê heyeta çavdêran bişîne yan na.