Federasyona Civaka Azad a Mezoptamyayê ava bû
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê ya Eyaleta NRW (FED-MED) ava bû. Kongreya damezrandinê li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hat.
Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê ya Eyaleta NRW (FED-MED) ava bû. Kongreya damezrandinê li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk hat.
Kurdistaniyên li Eyaleta Nordhrein Westfalen a Elmanyayê dijîn, federasyoneke nû ava kirin ku navenda wê wê li Dusseldorfê be, lê li çar navendan wê kar bike.
Kongreya damezrandinê ya Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) roja Duşemê li bajarê Kolnê pêk hat. FED-MED'ê rêveberiya xwe diyar kir û dest bi kar kir.
Rêzikname û bernameya federasyonê ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hate amadekirin, di kongreyê de hate nirxandin û bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Di kongreyê de 15 endamên damezrîner û hevserokên FED-MED'ê hatin diyarkirin.
Federasyon wê bi giranî ji bo bikaranîna zimanê Kurdî û pêşvebirina kapasîteya çand û civakî ya civaka Kurd bixebite. Federasyon wê der barê pirsgirêk, maf, mewzûatên qanûnî û derfetên çareseriyê de ji civaka Kurd re bibe alîkar. Her wiha wê çalakî û qûrsên berfireh û dewlemend ên çand û hunerê organîze bike.