ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Nîsana 2018'an.

- Dîroknas Ayşe Hur diyar kir, civaka ku ketiye bi bandora neteweperestiya dewletê, Qirikrina Ermeniyan qebûl nake û got, "Înkar veguheriye çandeke siyasî û civakî."

- Parlamenter Nûrsel Aydogan û Faysal Sariyildiz, hunermend Amele û Garîp Nûrhak ên tevlî greva birçîbûnê ya li Strasbourgê bûne gotin, nabe ku CPT li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng bimîne.

- Greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Koln ê Elmanyayê dest pê kir di roja duyemîn de ye. Çalakgeran gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidomin."

- Li gel bêkarî û ziwatiya li Îranê, xizanî jî zêde bûye. Li kolanên Tehranê îlanên ji bo firotina çav û gurçikên mirovan tên dîtin.

- Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Iraqê, ji bo ji nû ve avakirina mizgefta El Nûrî ku di dema şerê Mûsilê de xera bû, dest bi kar kirin.

- Li Meksîkayê di çaryeka destpêkê ya salê de 7 hezar û 667 mirov hatin kuştin. Ev hejmar li gorî par bi rêjeya 20 ji sedî zêde bûye.

- Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E, ji bo siyasetmedarê Kurd Yavûz Kitay peyameke sersaxiyê weşand ku roja Duşemê li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.