Greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan li Atînayê di roja 2. de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 2’an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 2’an de didome.
Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ku li EwrOpayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di vê çarçoveyê de li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Akademiya Sokrates çalakiya gireva birçîbûnê di roja ‘an de didome.
Li qada çalakiyê weneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê sehîdên enternasyonal yên ku di şoreşa rojava de jiyana xwe ji dest dabûn û alên PKK'ê, KCK'ê, YPG'ê û YPJ'ê hatin daliqandin.
‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI RÊBERTÎ DERBIKEVE’
Çalakvanan belavokên ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje belavkirin. Çalakvan Fevzî Çetîn bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Ev demek dirêje em agahiyê ji Rêber Apo nagrin. Ji ber wê me li bajarê Atîna li ber Akademiya Sokrates li cih û warê felsefê greva birçîbûnê da destpêkirin. Ev demek dirêje em ji Rêber Apo agahî nagrin, ji aliyê ewlehiyê ve gumanên me hene. Em dixwazin tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bibe."
Çetîn banga daketina li qadan li gelê kurd û dostên wan kir, wiha domand; " Em bang li gelê Kurd dikin ku di demek kurt de dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derkevin.”
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA CIVAKÊ YE’
Piştre endama TJK-E Rûken Demîr bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:" Li paytexta Yewnanistanê Atînayê li ber Akademiya Sokrates ji bo azadiya Rêber Apo me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Divê gelê me yê Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li hemû deran derkevin qadan û çi ji destên wan tên bikin dibe ku sibe dereng be. Divê bi çalakiyên bi vî rengî em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin dengên xwe bigîhînin hemû cîhanê û saziyên peywendîdar bixin navaliv û tevgerê heta ku Rêber Apo azad bikin”.
Demîr di dawiyê de wiha got; “Ger em Kurd li rêberê xwe xwedî dernekevin tu kes xwedî lê dernakevin. Çawa ku Rêber Apo bi fikr û ramanên xwe ji civaka me re bû ronahî, divê em jî wisa xwedî li Rêberê xwe derkevin. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye. Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin."