Li welatên Ewropa greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan berdewam dike

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê greva birçîbûnê tê kirin. Li Qibrisê greva birçîbûnê destpê kir û li Marsîlya û Bremenê jî greva birçîbûnê roja 2’an li paş xwe hişt.

Li pêşiya şaredariya Lîmasol a Qibrisê, çalakiya greva birçîbûnê a çar rojan dom bike destpê kir. Kurdên li pêşiya şaredariyê kon vedayî, daxwaz dikin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî were û azad bibe. Çalakvanan bi taybet bêdengmayîna Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropa CPT protesto kirin, û bang kir ku xwedî li berpirsyartiya xwe derkeve. Ev greva birçîbûnê wê 27’ê Nîsanê bi meşekê bi dawî bê.

Bi heman armancê li bajarê Marsîlya a Fransa greva birçîbûnê di roja 2’emîn de jî berdewam kir. Greva birçîbûnê roja Dûşemê bi daxuyaniyek a çapemeniyê hatibû lidarxistin.

Greva birçîbûnê ya Başûrê Fransa ji di nav de, bi tevlîbûna 42 kesên ji Toulouse, Lyon, Marîgnane, Montpellîer, Draguîgnan û Marsîlyayê hatibû destpêkirin. Çalakî wê roja Çarşemê di saet 19:00’an de bi dawî bibe.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Bremen a Elmanya jî bi piştgiriya serdanan berdewam kir. 15 kesên roja yekem di kon de derbaz kirin. greva birçîbûnê wê roja Çarşemê bi mîtîngek girseyî bi dawî bikin.