Bûldan: Jin dikarin tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Tenê jin dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Em baweriya xwe bi vî tiştî tînin; jin dikarin tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a partiya xwe de axivî.

Bûldan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê û got, “Li hemberî faşîzma AKP’ê ya li ser jinan em ê tercîhekê bikin. Li gorî me wê jin dîrokeke nû binivîsin û ew ê jin bi ser bikevin. Bi xebatên me re ew ê Têkoşîna Azadiyê ya Jinan bi ser bikeve. Polîtîkayên AKP’ê her dem êrîşî destkeftiyên jinan kir. Gotinên ku zayendparêzî kûr dikir, li ser jinan bû şîddet.”

‘JI JINAN DITIRSIN’

Bûldan axaftina xwe wisa domand, “Hikumeta AKP’ê her dem ji jinan tirsiya. Ji jinên têkoşer tirsiya, ji jinên siyasetmedar tirsiya. Ji bo dahatûyeke ku keda jinan neyê xwarin di 24’ê Hezîranê de divê em peywira xwe bi cih bînin.

Ji ber ku AKP ji jinan ditirsiya, êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kir û saziyên jinan girt, siyasetmedarên jin girtin. Saziyên jinan ên ku şaredariyên me vekiribûn, ji aliyê qeyyûmên AKP’ê ve hatin girtin. Vê rejîma wan jî ew ê bi têkoşîna jinan hilweşe.”

‘LI HEMBERÎ AKP-MHP’Ê DIVÊ JIN JI HDP’Ê BIBIN BERNAMZET’

Bûldan bangî hemû jinên li Tirkiyeyê kir û got “Li hemberî bloka AKP-MHP’ê ez dixwazim jin ji lîsteyên HDP’ê bibin bernamzet. Divê her kes bi awayekî bi coş hêzê bide vê têkoşînê û bi HDP’ê re be. HDP partiyeke jinan e. Tenê jin dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Divê em bi coş bin, em bi moral bin.”

Bûldan cangoriyên qirkirina Ermenan jî bi bîr anî û got, “Di vê pêvajoyê de hemû kesên mazlûm divê em piştgiriya hev bikin. Kurd, Tirk, Elewî û Sunnî divê her kes li ba hev be.”