Greva birçîbûnê ya li Viyanayê qediya

Greva birçîbûnê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya.

Grev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Awûstûryayê ve hate organîzekirin û Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bûn.

Grevê roja Duşemê dest pê kir û êvara Sêşemê li meydana Museumquartierê bi civîneke çapemeniyê qediya.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku ew nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta sîstema Îmraliyê bi temamî bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin.