KCDK-E ji bo Kitay peyama sersaxiyê weşand
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E, ji bo siyasetmedarê Kurd Yavûz Kitay peyama sersaxiyê weşand ku roja Duşemê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E, ji bo siyasetmedarê Kurd Yavûz Kitay peyama sersaxiyê weşand ku roja Duşemê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
KCDK-E got, "Yavûz Kitay ku wextekê Serokê HDP'ê yê Çewligê bû, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çû ser dilovaniya xwe."
KCDK-E diya rkir ku Kitay di emrê xwe de bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt û li nava DEHAP, HADEP, DTP, DBP'ê jî bi erk û wezîfeyên girîng rabû.
Ji bo Kitay got, "Xwe ti carî ji erk û berpirsyariyê venegirt."
Di dewama peyama KCDK-E de hate gotin, "Di dema têkoşîna xwe de gelek caran hate girtin, zext û êşkence lê hate kirin. Lê belê bi gavekê jî ji têkoşîna xwe venegeriya û bi biryardarî têkoşiya.
Sala 2017'an dema serokê HDP'ê yê bajêr bû hate girtin û piştî ku hate berdan ji neçarî derket derveyî welat, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi cih bû.
Yavûz Kitay ku 9 meh bû li Elmanyayê bû, ji ber krîza dil ji nava me koç kir. Mirina Yavûz Kitay em û hemû hevrêyên wî gelekî êşandiye. Têkoşîna wî ji me re bûye mîrate. Em soz didin ku ji cihê mayî em ê bidomînin.
Cenazeyê Yavûz Kitay wê ji bo veşartinê ber bi Çewligê ve bê şandin. Bila serê malbatê, xizm û hevrêyên wî, serê gelê Kurdistanê sax be."