ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Parîs û Aaraûyê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ji bo şehîdên meha Gulanê tûrnûwaya bibîranînê hate lidarxistin. Li bajarê Aaratûyê jî gerîlayên HPG’ê Bariş Er û Necmettîn Kûtûm hatin bibîranîn ên ku li Amanosê şehîd bûbûn. -
Li Goteborgê jinan ji bo Efrînê çalakî li dar xist
Li bajarê Goteborg ê Swêdê jinên Kurd bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştgirîdayîna gelê Efrînê çalakiyek li dar xist. -
Temellî: Wê Şirnexî Şirnexê, Efrînî jî Efrînê bi rê ve bibin
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bi gel re civiya. Temellî got ku, “Bi polîtîkayên şer desthilatdarî dixwaze zextan li mirovan bike û bi wî awayî li ser lingan bisekine.” -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş.... -
Li 30 bajaran ji bo Sûr û Heskîfê çalakî hatin lidarxistin
Li 30 bajarên cîhanê bi wesîleya ‘28ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî yên ji bo Sûr û Heskîfê ya Cîhanê’ çalakî hatin lidarxistin. -
Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin li Kadikoyê hatin bibîranîn
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Hasan Albayrak, Yalçin Levent û Dûrsûn Adabaşî bi bîr anîn yên ku di 1’ê Gulana 1996’an de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin. -
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê didomin
HDP’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê xebatên xwe didomîne. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Colemêrgê, Parlementerê HDP’ê yê Semsûrê li Mêrsînê, Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî li Bagcilarê daketin qadan. -
Li Sydneyê ji bo Efrînê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sdney ê Avûstralyayê dijîn bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û êrîşên qirkirinê protesto kirin. -
Dadgeha nûçegihan Taşkin sibe ye
Dadgeha pêşî ya nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin sibe wê çêbibe. -
Şîlan Firat li Torontoyê hate bîranîn
Têkoşera tevgera azadiyê ya Kurdistanê Şîlan Firat (Muzeyyen Palabiyik) li bajarê Toronto yê Kanadayê hate bîranîn. -
Li Çewligê 26 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk a dagirker li Çewligê di dorhêla operasyonên leşkerî de 26 herêm bi du hefteyan weke "Herêma ewlehiya taybet a demborî" îlan kir. -
Agahiyeke girîng ji bo dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê
Karê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê li derveyî welat dest pê kir. Pêkhateyên HDP'ê bang li dengdêrên xwe kirin ku tevlî karê ji bo hilbijartinê bibin. -
Endamên Ciwanên Şoreşger hatin destgîrkirin
Li Stenbol û Edeneyê di serdegirtina malan de 2 endamên Ciwanên Şoreşger hatin destgîrkirin. -
Hesen: Heta ku dagirkeran ji Efrînê biqewirînin, em ê têbikoşin
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen got, vekişîna ji Efrînê nayê wateya destberdana ji têkoşînê û diyar kir, heta ku dagirkeran ji Efrînê biqewirînin wê têbikoşin. -
Tecrîd û dagirkirina Efrînê li Grazê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin şermezarkirin. -
Kûrt Pelda: Şerma Swîsreyê ye
Yek ji nûçegihanê naskirî yê Swîsreyê Kûrt Pelda nerazîbûn nîşanî firotina alkola îzopropîl da ku Swîsreyê ji bo hilberîna gaza sarînê firotibû Sûriyeyê û got, ev yek şerma Swîsreyê û hikumeta Swîsreyê ye. -
Roja 1'ê Gulanê wê ji bo Efrînê ala YPG'ê bê hildan
Tevî ku polîsên Elman dan xuyakirin ku wê destûrê nedin meşê, mîna her sal wê li paytexta Elmanya Berlînê "meşa şoreşgerî" ya 1'ê Gulanê pêk were. Di meşê de wê alên YPG/YPJ, PYD û PKK'ê bên hildan. -
ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Nîsana 2018'an. -
Li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Marsîlyayê kom bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. -
Temellî: Divê ne kes, bernameyên wan bên nirxandin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Sêrtê axivî û got: “Em li ser rêya ber bi dîktatoriyê ve diçin in. Em divê hêzê de ne vê bişkînin. Ji bo vê 24’ê Hezîranê girîng e.” -
CDK-F’ê li Parîsê kongreya xwe ya 2018’ê lidar xist
CDK-F’ê kongreya xwe lidar xist. Kongreya bi tevlîbûna sedan kesî ya li Navenda Giştî ya Partiya Komînîst a Fransa hate kirin, bi deqeyek rêzgirtin û hevserokan Fatma Nesanir û Vedat Bîngol destpê kir. -
Rojeva Rojê
Rojevên îro derketî pêş... -
Li Belçîkayê ji bo HDP’ê Koordînasyona Hilbijartinê hate avakirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ku li Belçîkayê dijîn, Koordînasyona HDP’ê avakirin û ji bo HDP’ê dest bi xebatan kirin. -
Bi hezaran kes tevlî merasîma ji bo Sosyalîst Şîlan bûn
Muzeyyen Palabiyik a ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve ji bo wê merasîm hate lidarxistin. -
KONGRA GEL: 1’ê Gulan û hilbijartin ji bo hilweşandina faşîzmê derfeteke
KONGRA GEL a 1’ê Gulanê pîroz kir, li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî banga daketina kolanan kir. KONGRA GEL bal kişand ku divê hilbijartina bi darê zorê weke fersendekê bê destgirtin.