Li peravên Lîbya 1,500 zêdetir penaber hatine rizgarkirin

Di van rojên dawî de li peravên Lîbya ji 1.500’an zêdetir penaber hatine rizgarkirin. Piraniya penaberan birin Îtalyayê.

Di operasyonên ji bo rizgarkirina penaberan de bi taybet rêxistinên civaka sivîl rol girt. Di dema operasyonan de 11 cenazeyên penaberan hatin dîtin.

Yekîneyên parastinê yên Îtalî roja 18’ê Nîsanê 169 penaber, roja Şemî 400 penaber, roja Yekşem 500 penaber û roja Duşem jî bi sedan penaber rizgar kirin. Ji vane piranî gihandin peravên Îtalyayê.

Roja Yekşem 263 penaber vegerandin Lîbya ku rewşa wê xirabe.

Ji serê salê û pêve 7 hezar û 800 penaber gihane Îtalya. Eger em li gorî sala borî berhev bikin, ji sedî 80 kêm bûye.