Bi hinceta Solîngenê dixwazin qedexeya hilbijartinê bin pê bikin!

Ligel ku beriya hilbijartina zordest ji bo mîtîng û hevdîtinên siyasetmedarên ji Tirkiyeyê destûr nayê dayîn, Çavûşoglû bi hinceta salvegera qetlîama Solîngenê tê Elmanyayê.

Beriya referandûma 16’ê Nîsana 2017’an di navbera hikumeta federal a Elmanyayê û Erdogan de krîzek çêbûbû. Heman krîza ku dişibe vêya ji ber hilbijartina 24’ê Hezîranê jî tê pêk tê.

Piştî ku AKP-MHP’ê hilbijartina pêşwext îlan kirin, Elmanyayê li ser hev daxuyanî da ku ‘Ew ê destûrê nedin mîtîngên hilbijartinê.’ Sala borî mîtîngên referandûmê ya wezîrên AKP’ê hatibûn qedexekirin, ji bo ku pêşiya mîtîng û hevdîtinan bigirin, Elmanyayê zagonek derxistibû. Rayedarên hikumeta Elmanyayê balê dibin ser vê zagonê û diyar dikin ku ew ê destûrê nedin propagandaya rejîma Erdogan.

Ji bo ku beriya hilbijartinê Erdogan şovekê neke, Serokkomar Frank Steînmeîer vexwendina ji bo Erdogan taloq kir. Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû bi wesîleya salvegera 25’emîn a Qetlîama Solîngenê dixwaze were Elmanyayê.

MAAS DIXWAZE ÇAVÛŞOGLÛ WERE

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas wekî yê beriya xwe Sîgmar Gabrîel dixwaze Çavûşoglû were. Maas duh daxuyaniyek da û diyar kir ku, “Ev ne çalakiyeke hilbijartinê ye, ev çalakiyeke bibîranînê ye. Li wê derê kesên ku hatine qetilkirin, tên bibîranîn.”

Partiyên mûxalefetê jî balê dikişînin ser vî tiştî ku divê hikumeta Merkel li hemberî siyasetmedarên Tirkiyeyê qedexeya hilbijartinê pêk bîne û xwestin derî ji Çavûşoglû re were girtin. Partiya Keskan û Partiya Çep diyar dikin ku Çavûşoglû ew ê Solîngenê ji xwe re bike hincet û ji bo rejîma Erdogan ew ê propagandaya hilbijartinê bike.

Pêşengê Partiya Keskan ê berê Cem Ozdemîr jî got ku, “Heta ku desthilatdariya Erdogan li Tirkiyeyê destûrê nede mûxalefetê da ku bi azadî bixebitin û propagandaya xwe ya hilbijartinê bikin,divê destûr neyê dayîn ku Erdogan jî were Elmanyayê.”