Çalakgerên li Strasbourgê: Em dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nakin

Parlamenter Nûrsel Aydogan û Faysal Sariyildiz, hunermend Amele û Garîp Nûrhak ên tevlî greva birçîbûnê ya li Strasbourgê bûne gotin, nabe ku CPT li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng bimîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike. Ji beşdarên grevê Parlamenter Nûrsel Aydogan û Faysal Sariyildiz û hunermend Amele û Garîp Nûrhak ji ANF'ê re axivîn.

AYDOGAN: GELÊ KURD JI BER TECRÎDÊ BI TIRS Û FIKAR E

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Nûrsel Aydogan bi bîr xist ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji sala 1999'an û vir ve car carna çûye Îmraliyê û rewşa Ocalan kontrol kiriye. Aydogan diyar kir ku ev 3 sal in Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye û got, "Gelê Kurd ji ber vê tecrîdê gelekî bi tirs û fikar e. Ji ber ku agahî jê nayê girtin, fikar zêde dibin. Lewma em hatine vê derê ku careke din bang li CPT bike ji bo biçe Îmraliyê, rewşa li wir lêkolîn bike û encamên wê jî eşkere bike."

Aydogan got, ew li bendê ne ku CPT bi vê erk û berpirsyariya xwe rabe.

NÛRHAK: EM NIKARIN XWE LI DÎLGIRTINA RÊBERÊ XWE RABIGIRIN

Hunermend Garîp Nûrhak jî destnîşan kir ku esareta 20 salan a Ocalan ji bo wan ne ya qebûlkirinê ye û got, "Em nikarin xwe li dîlgirtina rêberê gelekî rabigirin."

Nûrhak diyar kir ku ji ber tecrîda giran a salên dawî ew tevlî greva birçîbûnê bûye û li bendê ne ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Nûrhak got, wê timî daxwaza azadiya Ocalan bikin.

SARIYILDIZ: TIRKIYE PÎVAN Û NIRXÊN CPT BINPÊ DIKE

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz jî işaret bi grevên birçîbûnê yên li gelek welatên Ewropayê kir û got, berpirsyariya CPT ye ku li ser rewşa Ocalan agahiyê bide gel. Sariyildiz destnîşan kir ku Tirkiye bi binpêkirina nirx û pîvanên CPT tecrîdê didomîne û got, bi milyonan kesên ku Ocalan weke îradeya xwe dibînin, vê rewşê weke gefeke rejîma Erdogan dibînin.

Faysal Sariyildiz bi bîr xist ku li Tirkiyeyê sîstemeke faşîst ava bûye û wiha dewam kir: "Di nava sê salên dawî de faşîzm bi her awayî li Tirkiyeyê bi cih bû. Bajarên Bakurê Kurdistanê hatin xerakirin."

Sariyildiz diyar kir, ji ber ku Ewropa dibe şirîkê sûcê şer ê Tirkiye li dijî Kurdan dike, ew ketine greva birçîbûnê.

AMELE: EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Şanoger Amele jî bi bîr xist ku gelê Kurd û dostên wan 20 sal in li ber tecrîdê radibin û got, "Di serî de Yekîtiya Ewropa, hemû hêz xwe li ber vê rewşê kerr, kor û lal dikin. Me ev yek ti carî qebûl nekir. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Şanoger Amele got, eger Tirkiye çareseriyê dixwaze, rêya wê ew e ku destê aştiyê dirêjî Ocalan bike û destnîşan kir, garantiya mafên hindikahiyan û hemû cihêrengiyên li Rojhilata Navîn Ocalan e. Amele got, ew ê çalakiyên xwe heta azadiya Ocalan bidomînin.