KURDISTAN
Li hemberî ambargoiya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê xelkê Mexmûrê meşeke girseyî lidar xist.
Piştî ku heyeta Mexmûrê ya ji bo hevdîtinê çû Bexdayê hate girtin, xelkê Mexmûrê bi armanca şermezarkirinê dest bi meşê kir.
Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê got, pêvajoya nû ji bo pêşvebirin û birêxistinkirina zimanê dayikê zemîneke nû ye û bang kir ku li gorî ruhê pêvajoyê bi seferberiyê zimanê dayikê bê pêşvebirin.
Mûrat Karayilan anî ziman ku PKK'ê xwe ji bo çareseriyê fesix kiriye, divê dewlet jî ji bo çareseriyê siyaseta xwe ya têkildarî Kurdan biguherîne û got, "Ji Kurdistanê heta bi her devera cîhanê em ê sosyalîzma civaka demokratîk pêk bînin."
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku zimanê netewe dewletê li ser gelê Kurd tê ferzkirin û got, "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, em têkoşînê bilind bikin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.”
-
Sê jiyan di emrekî de tên gel hev
Her tim ber bi cihekî ve dibezin. Her tim leza wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe biavêjin.
-
-
-
-
Sinûr Gelawêj: Dîrok dê malbata Barzanî efû neke
Sinûr Gelawêj li ser tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî axivî û got: “Divê gelê rojhilatê Kurdistanê bibe dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.”
-
Gerîla di serketinê de bi biryar in
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin. Gerîla bi van çalakiyên xwe ve derbeyên têkçûnê li dewleta Tirk ya dagirker didin.
-
-
-
Nasnameya 2 şehîdan hat eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîlayên YJA Starê 16’ê Hezîranê şehîd bûn û got: “Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.”
-
-
-
-
Gendeliyek din a Barzaniyan derket holê
Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku niha li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê du caran bac ji wesayîtên barhilgir tên girtin, yek ji bo Iraqê, ya din jî diçe berîka berpirsên herêmê.
-
-
-
-
YRK’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku 3 hevrêyên wan 14’ê Tîrmehê li Pêncewînê dema li ser erka xwe bûn, di êrîşa balafiran de şehîd bûn û got: “Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û teqez xeyalên wan pêk bînin.”
-
-
Çalakiya li Mexmûrê salek li pey xwe hişt
Çalakvanên bi navê Ezîma Avyanî û Sedîq Heştanî diyar kirin ku e wê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha gotin: “Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî, girêdana xwe bi tecrîdê re heye.”