BI DÎMEN

Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê: Postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e

Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûkê civiyan û ragihandin ku ew hemû li ser wê yekê hemfikir in ku postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be.

Li Kerkûkê zêdetirî heft meh di ser hilbijartina endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê re derbas bûn lê hîn jî postê bajar diyar nebûye. PDK bi Eniya Tirkmenan û aliyên Ereb ên şovenîst ên nêzîkî Tirkiyeyê re tevdigere û nahêle postê bajar bibe Kurd. Di 11’ê Tîrmehê bi serokatiya Rakan Cîbûrî wek endamê herî bi temen, yekemîn rûniştina Encumena Bajar di bin zexta Serokwezîrê Iraqê de pêk hat. Lê ji ber ku tu lihevkirineke pêşwext di navbera aliyan de nehatibû kirin, rûniştin bêyî hilbijartina parêzgeh û serokê encumenê bi vekirî hat hiştin. 30 roj ji Encumena Bajarê Kerkûkê re hatine dayîn ku hikûmeta xwecihî ya bajêr ava bike û postên bi wekalet tijî bike.

Li navenda Komela Dadger a Kurdistanê ya Kerkûkê bi beşdariya hemû nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser mijara Kerkûkê û avakirina rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê civiyan.

Nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî piştî civînê daxuyanî dan çapemeniyê. Berpirsê Navenda Komela Dadger a Kurdistanê Rêbaz Sabîr encamnameya civînê ji çapemeniyê re ragihand û ev tişt parve kir:

“Li Navenda Komela Dadger a Kurdistanê ya Kerkûkê civîna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî pêk hat û di dawiyê de em gihîştin van xalên jêrîn:

Yekem: Em daxwazê ji aliyên serkeftî yên Hilbijartinên Encumena Bajarê Kerkûkê dikin ku ji bo xizmetkirina bajarê Kerkûkê tevî hemû pêkhateyên wê, bi zûtirîn demê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ava bikin.

Duyem: Hemû partiyên Kurdistanî li ser wê yekê hemfikir in ku postê bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be.

Sêyem: Hemû partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser wê yekê hemfikir in ku di dema pêwîst de divê civîna berpirsên yekem ên partiyan pêk were û her meh jî bi berdewamî civîna berpirsên têkiliyên partiyan pêk were.”