BI DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li Biradostê baregehên nû ava bike

Li gorî dîmenên ku Rojnews’ê weşandî, artêşa Tirk a dagirker li qada Biradostê ji bo avakirina baregehên leşkerî yên nû kete nav liv û tevgerê.

Li gorî dîmenên di ajansa Rojnews de hatine weşandin, liv û tevgera leşkerên Tirk ya li Herêma Biradostê bê navber dewam dike. Di dîmen de tê dîtin ku leşkerên Tirk ji bo ku baregehên nû yên leşkerî ava bikin, dest bi liv û tevgerê kirine. Leşkerên Tirk dibin parastina PDK’ê de li herêmê digerin û cihê baregeha nû diyar dikin.

Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe, xelkê herêmê ji gundên wan tên derxistin û gund tên valekirin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî dike û dest bi çêkirina baregehên nû dike.