BI DÎMEN

Îro 130 malbat vegeriyan Şengalê

Îro ji kampa keberto ya ser bi parêzgeha Duhokê ve 130 malbatên koçber ên Şengalê vegeriyan ser cih û warên xwe.

Piştî 10 salên koçberiyê êdî gelê Şengalê qefle bi qefle vedigerin ser cih û warên xwe yê resen. Bi hatine 10’mîn salvegera fermana sala 2014’an re civaka Êzidî dixwaze dosya koçberiyê bi temamî bigire û vegere ser cih û warên xwe û careka din dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.

Di nava vê heyama derbas bûyî de wezarata koç û koçberan a Iraqê biryar dabû ku derê tevahî kampaqan bigire û wan koçberan vegerîne lê bi mudaxileyên PDK’ê ew dema hatî veqetandin hate dirêjkirin û biryar hate dayîn ku heta 30’ê Tîrmehê kamp bi temamî werin valakirin.

Ji 130 malbatên îro vegeriyan, li tevahiya gund û komalgehên Şengalê bi cih bûn û rêveberiya xweser a Şengalê jî bi hemû hêza xwe ji bo pêwistiyan serferber bûye.

Piştî parêgeha Silêmaniyê ji koçberên Şengalî hate valakirin û koçber vegeriyan ser cih û warên xwe, yên Parêzgegha Duhokê jî dest bi vegerê kirine û îro tenê 130 malbat vegeriyan û zêdeyî 600 malbatên din jî wê di nava van her dû rojan de vegerin.

Li gorî agahiyên ji kesên di kampan de hatine wergirtin, ger dosyaya wan bi lez hatiba amadekirin, heya beriya salvegera 10’emîn a Fermanê wê kesek di wan kampan de nemaba, lê PDK’ê gelek asteng çêkirin daku beşekî mezin ji wan koçberan di nava wan kapman de bihêle.