KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Divê her kes li ber êrîşên qirkirina Kurdan rabe!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êrîş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrîşan rabe. -
YBŞ: Hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund
Fermandariya YBŞ’ê di 7’emîn salvegera êrîşa li ser Xanesorê de, daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo ku şer dernekeve, em pir hesas tevgeriyan. Lê vê carê hemû hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund.” -
Jin a Êzidî ya hate rizgarkirin li Şengalê bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
Jin a ciwan a Êzidî Kovan Îdo Xirto ku di dema fermanê de ji aliyê DAÎŞ'ê ve ahte revandin û ji aliyê şervanên YPJ'ê ve li Kampa Holê bi operasyonekê hate rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wê hate kirin. -
Reşîd: Li Başûrê Kurdistanê hevsengiya hêzê dibe were guhertin
Parlamenterê berê Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku eger hin biryarên derbarê Başûr de hatine girtin bên pêkanîn, li şûna ku li Herêma Kurdistanê tenê partiyek li ser desthilatedariyê be, êdî wê di navbera derdorên siyasî yên herêmê de hevsengiyek çêbibe. -
Xwedêda Ilyas: Lazim e her Êzidiyek dozekê li mala Barzanî veke!
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas, doza ku li Emerîkayê li dijî Mala Barzanî hatiye vekirin nirxand û bangeke girîng li Êzidiyan kir: "Lazim e her Êzidiyek, dozek li mala Barzanî veke." -
Bi serbilindiya bicihanîna soza xwe tevlî karwanê nemiran bû
Ronar (Yildiz Aşme) bêtirs jiya. Bi hêrsa li dijî jiyana bê Rêbertî û qirkirinê li dijmin xist. Bi serbilindiya bicihanîna soza ku dabû hevrêyên xwe tevlî nava karwanê nemiran bû. -
PJAK: Gelan ji Komara Îslamî re gotin ‘na’
PJAK’ê têkildarî boykotkirina hilbijartinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ev tişt parve kir: “Ev ji bo rejîmê têkçûn e û ji bo azadîxwazan mizgînî ye. Ev destana ku di destpêka biharê de hate tomarkirin, nîşaneya geşbûn û şînbûna sala li pêşiya me ye.” -
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundekî barand
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî navçeya Amêdiyê barand. Di êrîşê de cotkarek birîndar bû. -
Xizmên windayan li Amed û Êlihê hatin cem hev
Xizmên windayan ji bo aqûbeta Cuneyt Aydinlar û Zeynel Kursep ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin revandin bipirsin hatin cem hev. -
‘Em bi ruhê tolhildanê yê Bîşeng û Sarayê agirê berxwedanê geş bikin’
Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Bi ruhê tolhildanê yê Bîşeng û Sarayan tevlî têkoşînê bibin, li dijî keriyên faşîst agirê berxwedanê geş bikin.” -
KCR’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
Koordînasyona KCR’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrê Tolhildan bû sembola pêşengiyê ya ciwanan ku her tim dijî.” -
HPG: Bîranîna hevrê Dijwar wê ji têkoşîna me re bibe ronahî
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Her çendî ku şehadeta hevrêyê me Dijwar ji me re giran be jî, bîranînên wî yên bi nirx wê ji me re bibin ronahî.” -
‘Şehîd Sadûn Mîrza ji malbata me hemûyan bû’
Endam û rêvebirên saziyên gel ên Şengalê diyar kirin ku şehîd Sadûn ji YBŞ’ê heta xebatên meclîsên gel xwedî kedeke mezin e û gotin: "Şehîd Sadûn ji malbata me hemûyan bû. Em ê tola şehîd Sadûn hilînin em vê ji dijmin re nahêlin." -
KNK’ê êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK’ê êrîşa li ser gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî şermezar kir û bang kir pêşî li qetlîamên dewleta Tirk a dagirker bê girtin. -
Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê: 7 endamên me hatin qetilkirin, hikumeta Başûr bêdeng e
Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ragihand ku heta niha 7 endamên wan li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lê belê hikumet hîn jî bêdeng e. -
Li navenda Kelarê êrîşa bi SÎHA
Li navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li malekê hate kirin. -
Cenazeyê şehîd Sadûn Mîrza Elî bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir
HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir. Di çalakiyên ku pêk hatine de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, hejmareke zêde çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrîşê de Sadûn Mîrza Elî şehîd bû
Rêveberiya Xweser a Şengalê, ragihand ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker a ku di navbera gundê Werdiyê û Ziravikê de Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokan e şehîd bû. -
Midîbusa ku polîs tê de bûn zarokek qetil kir
Midîbusa ku polîs tê de bû li zaroka 8 salî Zeynep Eren a qelibî. Eren jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê welatparêzek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Silêmaniyê Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê qetil kir. -
Şehîd Sara û Bîşeng li Çiyayê Şengalê hatin bîranîn
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxan, ji bo gerîla Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn merasîma bîranînê lidarxistin. -
Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî serdana Baroya Amedê kir
Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan dike, li Amedê piştî rêxistinên çapemeniyê serdana Baroya Amedê kir. -
Ji bo malbata Sara Hogir li Wêranşarê serdanên girseyî
Ji bo malbata Gulsun Sîlgîr (Sara Hogir) ku 28'ê Tîrmeha 2023'an di êrîşa dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Wêranşarê serdanên sersaxiyê têne kirin. -
HPG: Radarek, termalek û mobesseyek hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîla de yên li Zapê sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.