BI DÎMEN

Çalakiya li Mexmûrê salek li pey xwe hişt

Çalakvanên bi navê Ezîma Avyanî û Sedîq Heştanî diyar kirin ku e wê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha gotin: “Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî, girêdana xwe bi tecrîdê re heye.”

Dewleta Tirk a dagirker ji bo polîtîkaya bişaftinê li ser gelê Kurd pêk bîne û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê azadîxwaz qut bike, tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd ferz dike. Ji 25’ê Adara 2021’an ve ku 40 meh li pey xwe hiştiye ti agahiyek ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Ji bo şikandina tecrîda girankirî û fizîkî azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmehê ve çalakiyek ya nobetê hatiye destpêkirin, salek li pey xwe dihêle.

Têkildarî salvegera Çalakiya Nobetê Hevberdevka Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê Ezîma Avyanî û çalakvanê Çalakiya Nobetê Sedîq Heştanî ji ANF’ê re axivîn.

‘WÊ ÇALAKIYÊN ME HETA MÎSOGERKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BIDOMIN’

Hevberdevka Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê Ezîma Avyanî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de li wargehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt û wiha pêde çû: “Ev saleke çalakiya me berdewam dike, di heman demên de li kêleka vê çalakiyê meş, semîner û daxuyanî jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatine pêşxistin û wê berdewam jî bike. Gelê wargehê bi keyfxweşî û kelecanek mezin ev çalakî pêşwazî kirin û beşdarbûna xwe jêre çêkirin. Çalakiya nobetê her 5 roj carekê ji aliyê komek nû ve tê dewrgirtin. Ciwan, dayîk û kalên wargehê beşdariya xwe ji vê çalakiyê re didin çêkirin. Wê çalakiyên me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin. Pêwîste ne li vir tenê, li giştî Kurdistanê çalakiyên bi vî awayî hatiban destpê kirin. Girtiyên doza azadiyê jî ev saleke di nava çalakiyê de ne. Li gorî pêvajoyê piştgirî dayîna çalakiyên heyî gelek kêm dimîne. Diviya bû niha hemû qadên Bakurê Kurdistanên li ser lingan bûna. Hem piştgiriya girtiyan kiriban, hem jî piştgiriya çalakiyên me bikirban.”

Ezîma Avyanî di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ji ber ku wargeh cihek biçûke çalakiya li vir tê meşandin ji bo şikandina tecrîda girankirî ne têrkere. Encamên xwe hene, ne ku nîne, lê wek tê xwestin ne têrkere. Pêwîste piştgirî ji derve ji bo çalakiya me bê kirin daku em dengê xwe bigihîn cîhanê. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin li hemberî tecrîda girankirî dakevin qadan û li Rêbertî bibin xwedî. Em ê çalakiya xwe hîn xurtir û di astek hîn baştir de berdewam bikin.”

Çalekvanê Çalakiya Nobetê Sedîq Heştanî jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Wek tê zanîn li wargehê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Serokatî, çalakiyek tê birêvebirin. Ji ber ku Serokatiya me her tiştê xwe di ber me de daye, çalakiya me kêm dimîne. Gelek çalakî li welat û derveyî welat ji bo şikandina tecrîda girankirî hatin pêkanîn, lê car din jî kême. Heta em Serokatiya xwe bi fîzîkî azad nekin û Kurdistanê rizgar nekin, divê sekinîn ji me re tine be. Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Ger şerê niha tê meşandin girêdana xwe bi tecrîdê re tine bûya, wê heta niha hevdîtinek li gel Serokatî bihata kirin. Ji bo dengê Serokatî neyê bihîstin ev tecrîd tê girankirin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku li hemberî xiyanet û tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin dakevin qadan û çalakiyên girseyî lidar bixin. Ev şerê tê meşandin şerê hebûn û tinebûnê ye. Pêwîste gelê Kurd destê xwe bide hev, berxwedana xwe ya li hemberî tecrîdê mezin bike daku em destê Serokatiya xwe xurt bikin. Çalakiyên hatîn meşandin bi wate bûn, lê li gorî pêvajo û tecrîda tê meşandin ne têrker bûn. Pêwîst dike ku çalakiyên hîn bi bandortir û girseyî werin pêşxistin.”