Hakan Abî ku hate berdan: Bijî berxwedana zindanan

Hakan Abî ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl dihat girtin piştî ku tehliyeya wî 5 caran bi hincetên cuda hat taloqkirin, hate berdan.

Hakan Abî ku di sala 2017’an de li Edîrneyê hatibû girtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “binpêkirina sînor” 7 sal û 5 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Yozgatê hate berdan. Bi hinceta ku “poşmantî” red dikir, tehliyeya Abî 5 caran hatibû taloqkirin. Abî, duh bi şev hate berdan. Abî, li Colemêrgê ji hêla xizm û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin. 

Abî, di pêşwazîkirinê de axivî û got ku kevneşopiya berxwedanê ya li zindanan didome. Abî, destnîşan kir ku AKP polîtîkayeke zextker a tevahiya demokrasiya Tirkiyeyê tune dike dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Sedema esasî ya têkoşîna me, aştî û azadî ye. Lewma em di têkoşîna xwe de mafdar in. Bijî berxwedana zindanan.”