KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla fîlmek weşand: An hûn ê biçin, an hûnê bimirin!
Gerîla TV, fîlmeke ku tê de behsa derbên giran ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi stratejiyeke nû û taktîkên afrîner pêk hatine, weşand. -
Merasîmeke meqam û stranên gelêrî yên Kurdî li Kerkûkê hat lidarxistin
Di merasîma meqam û stranên gelêrî yên resen ên Kurdî de, hunermendê mezin ê Kurd Elî Merdan hat bibîranîn. -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîla şehîd bûne û got: “Di şexsê hevrê Devrîm û Ebû Leyla de em car din soza serketinê didin hemû şehîdên xwe yên leheng.” -
Li Amedê nivîsên Kurdî di bin kontrola polîsan de hatin jêbirin
Li Amedê komekê di bin parastina polîsan de nivîsên ‘’Hêdî’’ û ‘’Pêşî Peya’’ yên ku li ser rêya peyayan hatibûn nivîsandin, jê birin. -
Di qezaya li Êlihê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya ku li Êlihê rû da de 2 jê zarok bi giştî 4 kes jiyana xwe ji dest dan. -
‘Di çavê dewleta Tirk de Kurd hemû dijmin in’
Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Di çavê Tirkan de hemû Kurd dijmin in, îro dora Başûr e, sibê dora hemû Kurdan e.” -
Berdevkê NÇH’ê: Seferberiyê bidin destpêkirin
Berdevkê Navenda Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ya li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Başûr, PKK û YNK’ê ye, armanc dagirkirina giştî Kurdistanê ye. -
Li pey xwe hêvî û têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate hişt
Nûda Garzan weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kiriye. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrat ji şopdarên xwe re hişt. Ew mîrat ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e. -
Navên çeteyên ku li ser fermana MHP’ê bi destê PDK’ê li Başûr hatine bicihkirin
Tê plankirin ku çeteyên ku ji aliyê MHP’ê ve hatine birêxistinkirin, li Başûrê Kurdistanê li gundên Xristiyan ên hatine valekirin, bên bicihkirin. -
Encamnameya komxebata li Şengalê hate eşkerekirin
Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi boneya 10’emîn salvegera fermanê bi dirûşmeya “Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî” komxebat li dar xist. Komxebat bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. -
Tulay Hatîmogûllari: Em li benda herkesê ne ku beşdarî govenda azadiyê bibin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya serdana Şaredariya Êlihê kir, ligel welatiyan bi dahol û zirneyê re govend gerand û got: “Em li benda herkesê ne ku beşdarî govenda azadiyê bibin.” -
Hevserokên MXDŞ’ê: Divê mafê me yê xweparastin û birêvebirinê bê naskirin
Hevserokên MXDŞ'ê diyar kirin ku civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekemîne dibin xwedî hêza parastin û birevebirinê. Hevserokan xwest ku ev mafên wan ji aliyê dewleta Iraqê ve bên naskirin. -
Li Rihayê dijminatiya li dijî Kurdan bi govendê hate protestokirin
Li Riha û navçeyên wê, girtina kesên ji ber gerandina govendê ya li ber stranên Kurdî bi gerandina govendê hate protestokirin. -
Komxebata Şengalê: Divê ji kesên rola wan di fermanê de hene hesap bê pirsîn
Endama TAJÊ Riham Hico diyar kir ku welatên ku jenosîd qebûl dikin, hîn jî DAÎŞ'ê nedarizandine û got: "Hemû hêzên ku di vê fermanê de karibûn tiştekî bikin lê nekirin, sûcdar in. Divê hesabê fermanê bê pirsîn û xweserî bê naskirin.” -
Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiyan
Xelkê Pasûrê li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin û meş li dar xistin. -
Şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne
Serdanên şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeyê serdana Nermîn Osman kir û tê payîn piştre serdanên xwe bidomîne. -
Komxebata 10’emîn salvegera fermanê ya ‘Edalet û Azadiyê’ destpê kir
Komxebata 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî de hat, bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî Edalet û Azadî’ bi tevlîbûna 200 kesên li welat û derveyî welat destpê kir. -
Melayên Başûr: Divê em nehêlin dagirkeriya dewleta Tirk bidome
Seydayên olî bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr dan û gotin: "Tu mafê binpêkirinê yê miletekî li hember miletekî din tune ye û divê em hemû van êrişan şermezar bikin." -
Dagirker bombebarana li Başûrê Kurdistanê didomînin
Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Şemiyê gundên Endzê ya girêdayî Binarê Qendîlê bombebaran kir. -
‘Armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurd û Kurdistanê ye’
Nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê zêde dibin û têkildarî vê yekê mamoste dibêjin: “Divê meseleya netewe û welat berî her tiştî be û divê em bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin.” -
Dewleta Tirk û PDK’ê zextê li gundiyan dikin ku gundên xwe vala bikin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk û PDK’ê ji bo valakirina 4 gundên Başûrê Kurdistanê 9 saet dem daye welatiyan. -
Dijminatiya Kurd hate protestokirin: Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin
Komeleyên Ziman û Çandê ku êrîşên nîjadperest ên faşîstên AKP-MHP’ê protesto kirin, bang li gelê Kurd kirin ku xwedî li nirxên xwe derbikevin. -
Li Digurê şehîdên fermanê hatin bibîranîn
Gelê Êzidî bi meşeke girseyî ya li korîdora mirovahiyê ya li Digurê şehîdên fermanê bi bîr anî. -
Tevgera Goran: Piştgirîdayina dagirkeriya Tirk xiyanet e
Tevgera Goran li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev tişt anî ziman: "Her aliyek li Iraq û Kurdistanê piştgirî yan jî hevkariya êrîşa dewleta Tirk a dagirker bike, ev weke xiyaneteke neteweyî tê dîtin -
Rojnamevan Alî Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
Kedkarê çapemeniya azad Alî Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.