Piştî 5 salan Rojnameya Hawalê dîsan dest bi weşanê dike

Rojnameya Hawalê ku yek ji rojnameyên Kerkûkê ye, piştî 5 salan dîsa dest bi weşanê kir. Rojname bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî tê weşandin.

“Ez bi xwe mirovekî rojnamevaniya kaxizî me. Bi qasî ku baweriya min bi nivîsên li ser kaxizê heye, baweriya min bi cîhana elektronîk tune ye. Elektronîk baş e ji bo belavkirin û zêdetir gihandina agahiyan, lê kaxiz ji bo belgename, arşîv û dîrokê dimîne û bawerdariya wê zêdetir e.” Ev gotinên xwediyê rojnameya Hawalê Şiwan Dawûdî ne ku di demeke nêzîk de dê li Kerkûkê dîsan dest bi çapê bike.

Rojnameya Hawalê yek ji rojnameyên Kerkûkê ye ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî tê weşandin. Di 12ê Tîrmeha 2001’ê de tê derxistin. Ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî, 5 sal bû ku karên xwe rawestandibûn, lê biryar e ku dîsan dest bi çap û belavkirinê bike.

Di vê derbarê de Şiwan Dawûdî ji Kerkûk Nawiyê re axivî û got: “Heta sala 2019'an, 792 hejmarên Rojnameya Hewalê hatin weşandin, lê paşê ji ber sedemên siyasî, aborî û çend sedemên din em neçar man ku em wê rawestînin.”

Şiwan Dawûdî dibêje ku piştî rawestandina Hewalê valahiyeke mezin di rojnamevaniya Kurdî ya kaxizî de li bajarê Kerkûkê çêbû û wiha domand: “Berpirsên partiyên siyasî her yek bi rûpelek û çend hesabên Facebookê qîma xwe tînin ji bo pesinandina xwe. Projeyeke cidî ya Kurdî nayê dîtin ku li çareseriyê bigere ji bo rewşa bajêr bi giştî û rewşa Kurdan bi taybetî.”

Berevajî wê nêrîna giştî ku dibêje “ji ber ajans û rojnameyên elektronîk rojnameya kaxizî nirxê xwe winda kiriye”, Şiwan Dawûdî wiha dibêje: “Rojnameya kaxizî nirxê xwe yê manewî winda nekiriye, ji ber ku ew orjînal e. Tiştê ku li ser kaxizê tê weşandin, ne gengaz e ku were guhartin yan destkarî tê de were kirin, ne wekî ya elektronîk e ku her dem dikare were guhartin, hackkirin yan jêbirin. Cîhana elektronîk cîhaneke fantazî ye. Em dikarin sûdê ji medyaya civakî û medyaya elektronîk wergirin ji bo belavkirina xebatên li ser kaxizê.”

Dawûdî ku endamê berê yê Encumena Nûneran a Iraqê ye û rojnamevanekî kevn ê bajêr e, dibêje: “Min biryar daye ku ez mesrefên wê bigirim ser xwe û ji wê dera ku rawestiyaye careke din dest pê bikim. Pêşî ez ê mehane hejmarekê derxim ku dikarim mesrefa wê dabîn bikim û ez ê gav bi gav ji bo berfirehkirina wê bixebitim.”

Ji ber pêşketina ajans û malperên elektronîk hejmara rojname û xebatên kaxizî li bajarê Kerkûkê di deh salên borî de bi awayekî berbiçav kêm bûne yan jî rastî krîza darayî û kêmbûna xwîneran hatine. Lê hîn jî hin kes hene ku bawer dikin kaxizê nirxê xwe winda nekiriye û nirxekî wê ya taybet heye. Çawa ku heta niha Guardian û New York Times hîn jî yek ji rojnameyên herî zêde tên xwendin ên cîhanê ne û welatî girîngiyê didin wan, li vir jî dikare heman nerîta kaxizî were dirêjkirin.