Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî heta Çomanê berfireh kir

Tîma Avakirina Aştiya Civakî ragihand ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên hewayî heta Çomanê berfireh kir.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER KURDISTANÊ

Tîma Avakirina Aştiya Civakî (Christian Peacemaker Teams-CPT) artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkeriyên yên hewayî heta navçeya Çomanê birine û di vê hefteyê de 2 caran ev herêm hatiye bombebarankirn.

Endamê CPT’yê Kameran Osman ragihand ku îro di saet 17:40’an de balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker sê herêmên bajarokê Qesrê yê girêdayî navçeya Çomanê bombebaran kirin. Her wiha rêkxistinê diyar kir ku êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li ser bilindiyên Sêkanyan, Zînokan û Girdan li Keleka Balayan pêk hatine.

CPT’yê diyar kir ku ev cara duyemîne artêşa Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de sînorê navçeya Çomanê bombebaran kiriye û got: “Di 20’ê Tîrmehê de balafirên şer yên dewleta Tirk geliyê Gelejêrî, Girê Bîriyan yên li zozanên Berdespiyan ya li nêzîkî Çiyayê Girdugo yê ser bi navçeya Çomanê bi dijwarî bombebaran kirin.”

Li gor daneyên CPT’yê ji destpêka îsal heta bi niha ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê 19 welatiyên sivîl şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûn.