Komên DEDAŞ’ê ji bo rakirina trafoyê bi leşkeran re hat
Welatiyan nerazîbûn nîşanî rakirina trafoyan da, leşkeran bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kir.
Welatiyan nerazîbûn nîşanî rakirina trafoyan da, leşkeran bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kir.
Komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) duh li gundê Qesra Genco yê navçeya Dêrika Mêrdînê 4 trafoyên şêniyên gund rakirin. Komên DEDAŞ’ê ji bo rakirina trafoyan jî “deynên nehatine dayin” weke hincet nîşan dan. Komên DEDAŞ’ê îro jî ji bo rakirina trafoyan hatin gund. Gelek leşker jî li kol koman bûn û rastî bertekên şêniyên gund hatin.
Leşkeran êrîşî şêniyên gund kirin û gazên îsotê avêtin. Gelek welatî ji gazên îsotê bibandor bûn. Hinek welatî derketin stûnên ceyranê û hewl dan komên DEDAŞ’ê asteng bikin.
Rageşiya li gund didome.