Komîteya Perwerdeyê ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kudî bi sernavê 'Em Perwerdeya Zimanê Kurdî bikin Bingeha Serketina Aştî û Civaka Demokratîk' daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê bi vî rengî ye:
EM DEST BI PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DIKIN
"Bi munasebeta roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi biryardariya ku xebat û perwerdeya zimanê kurdî bibe hîmê serkeftina banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO, ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mîr Celadet Bedirxan heya bi Viyan Amara û Zozan Fatimê em tevahî kedkar û mamosteyên nemir ên zimanê kurdî bi minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Her wiha em vê roja Cejna Zimanê Kurdî, di serî de dayîkên Kurd ên kedkar û parêzvanên esasî yên zimanê kurdî, li tevahî mamoste û xebatkarên zimanê kurdî yên bi baweriyek mezin li hemberî hemû êrîş û astengiyên siyaseta bişaftin û qirkirinê yên li ser çand û zimanê kurdî hatine sepandin bêhesab ked dane, li ber xwe dane û serê xwe li ber zilmê netewandine pîroz dikin û silav dikin.
Roja 27’ê Sibata îsal, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO re, weke gelê Kurd em ketin serdemeke dîrokî û girîng. Bi vê banga dîrokî re li ser esasê krîterên aştî û demokrasiyê weke giştî gelê Kurd û jinên Kurd em ketin qonaxeke nû ya xebat û têkoşîna pêşxistina mafên xwe yên ziman, çand û nasnameya neteweyî.
GELÊ KURD ÊDÎ POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ QEBÛL NAKE
Di tevahî cîhanê de zimanê dayîkê çawa ku ji bo her gelekî mijareke jêneger e, ji bo gelê Kurd hîn bêhtir mijareke jêneger e, ji ber sed sal zêdetir in gelê Kurd bi awayek sîstematîk rastî her cureyê siyaseta bişaftin, qirkirin û bindestiyê hatiye.
Zimanê kurdî nîşana hebûn û nasnameya gelê Kurd e. Gelê Kurd wek gelekî qedîm ê cîhanê, îro di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin a salan de ji dunya alemê re eşkere kiriye ku ew gelekî serhildêr û birûmet e, xwedî nasname, ziman, çand û dîrok e. Êdî gelê Kurd tu siyasetên bişaftin, înkar û qirkirinê li ser xwe qebûl nake.
EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVLÎ AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK BIBIN
Çawa ku 52 sal in di her qonaxeke zehmet û aloz de Rêber APO bi fikra welatê azad û civaka demokratîk wek gelê Kurd û jinên Kurd em gihandine firehiyê, bi heman awayî îro jî bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re zemînek nû ava kiriye ku qada perwerde û zimanê kurdî jî li ser bingeha hişmendiya bûyîna Neteweya Demokratîk, xebata pêşxistina zimanê dayîkê di her qada jiyanê de birêxistin bikin. Ev qonaxa nû, di pêşengiya jinan û ciwanan de ji bo tevahî civakê derfeteke girîng û dîrokî ye ku bêhtir bi zimanê xwe biaxivin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê perwerde bikin, ji heft salî heya heftî salî her kesek xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derbikeve. Em bawer dikin, her kesê xwe berpirsiyar dibîne wê li gorî ruhê vê pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk, di her qada jiyanê de girîngiyê bide pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê û bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên avakirina civaka demokratîk komunal bibin.
Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Zimanê Kurdî li tevahî dayîkên Kurd û gelê Kurd pîroz dikin."