BI DÎMEN

HPG: li Zapê 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 caran ji hewayî li baragehên leşkerên Tirk ên dagirker xist.

ÇALAKIYÊN HEWAYÎ DIDOMIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev tişt got:

“Di navbera dîroka 14 – 16’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin, lê ziyaneke mezin gihişte çeper û baregehên dagirkeran.”