Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk li Wanê bi ser malekî de girt û 3 kes binçav kirin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Duh di saetên şev de li Taxa Bostaniçi ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan bi ser maleke duqat de girtin.

Polîsan di serdegirtinê de, deriyê malê şikandin. Di malê de ti kes nehat dîtin, lê Fendî Ûgûrlû yê li qata jortir dirûnişt û 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin.