KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRK: Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Gelale şewat derket
YRK’ê ragihand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker 3 caran derdora gundê Gelale yê Mawetê bombebaran kirine, di encama bombebaranê de ti tişt bi hêzên wan nehatiye, lê li herêmê şewat derketiye. -
Sebahat Tûncel: Ji bo Kurdan hiqûqeke taybet tê pêkanîn
Sebahat Tûncel di panela “Jineolojî siyaseta demokratîk nîqaş dike” de axivî û wiha got, “Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan hiqûqeke taybet tê pêkanîn. Em ê yan azadiyê yan jî koletiyê hilbijêrin.” -
Hêzên Îranê kolberek din jî qetil kirin
Hêzên Îranê li Kirmaşanê êrîşî kolberan kirin. Di êrîşê de kolberek hate kuştin. -
Dagirkeran bombe li gundekî Çemçemal barand: Şewat derket
Dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemal bombebaran kir. Hat diyarkirin ku li gund şewat derketiye û şewat belav bûye. -
HPG: Di êrîşan de ti windahiyên me çênebûn
HPG’ê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bejahî û hewayî de ti windahiyên wan çênebûne û got: “Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizanibin ku hemû nûçeyên ku îdîa dikin di van bombebaranan de windahiyên me çêbûne, derew in.” -
6 kesên govend gerandin, hatin binçavkirin
Li Misircê 6 jinên ciwan ên di dawetekê de govend gerandin, hatin binçavkirin. -
HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Şevîn, Sarya û Alî ev berxwedan mezin kirin û bi xwesteka xwe ya têkoşînê û tevlîbûnên xwe yên bêhesab, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin.” -
PDK li Behdînanê amadekariyên komployan dike
PDK li herêma Behdînanê li pey komployan e. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê. -
Dewleta Tirk a dagirker 7 herêmên Biradostê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer du saetan bênavber deverên Berbizina, Panekeşk, Sinîn, Tarisa, Çiyayê Robê, Lêtan û Binqeratê yên herêma Biradostê bombebaran kir. -
Li sînorê Duhokê nuqteya kontrolê ya Dewleta Tirk-PDK’ê, dest bi xespê kirin
Dewleta Tirk û PDK’ê nuqteyeke kontrolê ya hevpar di navbera navçeya Amêdiyê û navenda Duhokê de ava kirin. Hat zanîn ku li vir kel û pelên gel jî tên desteserkirin. -
DEM Partî û TJA li Hewlêrê ne: Li dijî şer berpirsyariyên me hene
DEM Partî û TJA li Hewlêrê bi komek siyasetmedar û aktîvîstên jin re hatin ba hev. Di hevdîtinê de peyama “Li Kurdistanê şerekî mezin diqewime. Weke gel û jin berpirsyariyên me yên hevpar hene” hate dayîn. -
Dîmenê nuqteyên kontrolê yên dewleta Tirk hate kişandin
Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala seytereyên kontrolkirina nasnameyan datîne û bi vî rengî herêm dagir kiriye. -
Hêzên YJA Starê li Zap û Heftanînê li dagirkeran xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîtîneyên gerîla bi pêşengiya artêşa jinê YJA Starê li gelek herêman li dagirkeran xistin. -
Bi baweriya serketinê û bi ruhê tolhildanê şer kir
Ti sînor nas nekir. Nobeta axa xwe girtin û ji bo gelê xwe şer kirin. Şahan Amed her ku li qada cengê li ber xwe da, bi jiyanê re bû yek. -
Şandeya DEM Partî û HDP’ê li Hewlêrê ye
Şandeya DEM Partî û HDP’ê li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê serdana Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Jinên Azad kir. -
22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur be cur destpê kir
22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi çalakiyên cur bi cur hate destpêkirin. -
Nasnameyên şehîdên Metînayê hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Bi şehadetên xwe, ji bo hemû hevrêyan û gelê me bûn sedema xurtkirina têkoşînê.” -
Sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker 100 leşker û nêzî 25-35 wesatîtên zirxî sewqî Dêrelok û derdora wê kir. -
Ciwanên Başûr: Em li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê ne
Ciwanên başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta PDK’ê li çend bajar û bajarokan çalakî lidar xistin û gotin: “Em ê li dijî her cure dagirkeriya li ser Kurdistanê rawestin û em ê xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin.” -
HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên ku li herêmên Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, 3 dagirker hatine cezakirin. -
Dewleta Tirk bombe li gundeke girêdayî Duhokê barand, şewat derxist
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand. Piştî bombebaranê şewat derket. -
PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşî ye
PÎK’ê diyar kir ku gelê Kurd di van salên dawiyê de li Kurdistan û seranserê cîhanê helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê nîşan daye û got: ‘’Peymana Lozanê weke rûreşiyekê di dîrokê de cihê xwe digire.’’ -
‘Hebûna PKK’ê ya li çiyayan, hebûna statuya Herêma Kurdistanê ye’
Mamoste û çalakvanan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û gotin: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina jîngeha wê ye. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne.” -
Derbarê kesê mirî de lêpirsîna ‘fînansekirina terorê’ hatiye vekirin
Derket holê ku derbarê Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, lêpirsîna “finansekirina terorê” hatiye vekirin. -
Peyama ji qadên berxwedanê: Em ê rê nedin dagirkerî û xiyanetê
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li qadên berxwedanê li dijî dagirkeran şer dikin destnîşan kirin ku ew ê dagirkeran li ser axa Kurdistanê nehewînin û diyar kirin ku divê gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin berxwedanê.