271 roj in Silêman Ehmed nayê berdan

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, 271 roj in girtî ye.

ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê pê re bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 271 roj in di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya rojnamevan Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîranê diyar kiribû. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.